Bawerîya bi
qederê (çarenivîsê) yek ji ruknê
îmanê yê ola
Îslam ê ye. Çarenivîs ( Qeder ) ”Ji roja
ku
mirov ji dayîka xwe dibe tê dunyayê û
hetanî roja ku mirov dimire, ji kar û kirên ku mirov dikin û bûyerên ku
tên serê mirovan, rê ya ku mirov tê de diçe û ji liv, tevger, fikr û
ramanên mirov re qeder tê gutin” Yanî jîyana mirovan qedera mirovan e.
Di jîyana her
mirovek de, tiþt hene di bin îrada mirovan da ye û mirov li ser wan
tiþtana desthiladare û bi riza xwe wî karî dike û hin tiþt jî hene ku ji
îrada mirovan der e û ne bi daxwaz û xwesteka mirovan e.
Bi gotinên din
qeder li gorî zanîna
Xwedê ya ezelî û li gorî xwestina hikmeta
wî, teqdîr û tertîpkirina Xwedê Teala ya gerdûnê ye. Teqdîrkirina Xwedê
Teala ya kaînatê li gorî zanîna wî ya ezelî û xwestina hikmeta wî ye.
Zanîna Xwedê ne girêdayê demek an jî cîyek kifþey e, belkî zanîna xweda ya
ku meqdûr e. Divê mirov bawer bike ku Xweda Teala yekser û bi kitekitayî (mufessel),
ezelî û ebedî her tistî dizanê . Qet ferq nake; çi ev yek bi kirinên wî re
peywendîdar be û çi jî bi kirinên evdên wî re be. Xweda dizane û haya Wî
jê heye ku mirov di jîyana xwe de çi dike û wê çi bike.
Dûra mirov
gerê bawer bike ku Xwedê Teala ev yek di
Lewhul-Mehfûz ê de nivîsandiye.