Çîroka Pêxamber Adem
li gora ola Îslam ê
Li serî da serê erdê
însan tune bûn…
Lêbelê rojekê Xwedê
xwest însanan çê bike ku, bila Wî nas bikin û tenê Wî ra qûltîyê bikin.
Xwedê ji feriþtan ra got:
“Ez dixwezim serê erdê
xelîfekê ji bona xwe çê bikim!“
Feriþte ser bi vê
biryara Xwedê gellekî þaþ bûn û pirs kirin:
“Ey Xwedê yê me yê
mezin, çima Tû dixwezî serê erdê ew kesên ku tevdanîyê dikin û xwînê
dirijînin çê bikî, ji xwe em tim û tim te ra secde dikin û tenê gotina te
dikin?“
Ser vê gotina wan
Xwedê wana ra got:“ Hindik tiþt hene ku, ez dizanim û hûn nizanin!“
Dû vî bersiva Xwedê
feriþtan hev û din ra gotin:“Bê þik Xwedê me, hemû tiþtan dizane û tu
tiþtekê bê mane çê nake.“
Dûra Xwedê ban wana
kir û got:
”Feriþtên min! Piþtî
min va meriva ji erdê pêyda kir û ruhê Xwe dayê, gerek hûn hemû wî ra secdê
bikin û jê ra hurmet bikin.“
Feriþtan dest da wa
gotina Xwedê qebûl kirin û gotin:
“Ey Rebbê me, em tenê
guhdarîya te dikin û tenê fermana te tînin cî“
Lêbelê va fermana tenê
xwaþîya Îblîs neçû û wî serbilindî û pozgirtî kir. Wî bawer dikir ku nav
mexlûqatan da yê herî baþ û mezin ew e.
Dûra Xwedê Hz. Adem,
mirovê yêkemîn, çê kir û ruhê Xwe pifê kir. Feriþtan dest da jê ra secde
kirin. Lêbelê tenê Þeytan xwe þiva girt û jê ra secde nekir û bi dengêkê
bilind got: “Adem ji erdê hatîye çê kirin ez jî ji agir. Agir, erdê pir pir
çêtir e“
Bi vî awayî Îblîs li
dijî Xwedê derket û bawermendîya xwe wanda kir.
Wê gavê Xwedê wî ra
got:“Te çima gotina min nekir? Bibêje, çi te ra manî bû? »
Þeytan bi hêrs ji
Xwedê ra aha got: «Te ez ji agir çê kirim û ew jî ji axê. Lewma ez wî
çêtirim û wîna ra secde nakim.»
Xwedê ji bona
serbilindîya Îblîs pir qahrîya û got :
« Wê derê were jêr û
zû li vir bike û here ! Tû îro þiva yekî namerdî. Ew heqqê te nîne tu li vir
cem min peyagirtîyê bikî ! »
Ser vê gotina Xwedê
Þeytan nezanîya çi bike. Carekî da hemû tiþtên xwe wenda kir. Ew ji Cennetê
hat havitinê û Xwedê rehma xwe jî li ser wî vekiþand. Wi jî bê hêvî sond
xwer ku ew hêfa xwe Adem bigire û got :
« Ey Rebbê min, te ji
bona Adem ez ji cennetê havitim der. Lewma ez jî dixwezim ku zarokên Adem
ser rîya rast da der bixinim û wana bixapînim. »
Xwedê jî aha bersiv da
wî:”Ey Þeytanê ku min rehma xwe li ser kiþandîye, bizane ku min aqil daye
Adem û zarokên wî. Bi aqilê xwe ewna dikanin tiþtê baþ û nebaþ nav hev da
derbixînin. Lêbelê, kî jî mîna te li dij min derbikevî û fermana min guhdarî
neke, ez wî tev te davêm Cehnimê. Feqet bizane ku, tu gerek nav însanên min
î baqil û baþ, qet pistvanekî ji bona rîya xwe nebînî. Ez hetanî roja
Qîyametê firsendê didim te. Ango çi dixwezî wî bike. »
Dûra Xwedê xwest ku
zanahîya Adem ji feriþtan ra jî nîþan bide. Adem ra navên hemu tiþtan
hinkirin da û bang feriþtan kir : » Gava hûn rast dibêjin, niha min ra navên
va tiþtana bibêjin! »
Feriþtan bi þermekê
mezin gotin:“ Rebbê me, tu pir pîrozî ! Xêrcî zanayîya Te daye me, em qet
tiþtekê din nizanin. Tu me biborîne, ji ber ku Tu pir dîlovanî û tenê Tu
hemu tiþtan dizanî. »
Xwedê emir da Adem ku
bila navê hemû tiþtên Xwedê wî hinkirin daye bibêje:
“Adem, navê vana min
ra bibêje!”
Adem bê rawestîn navê
giþtikan zanîya. Dûra Xwedê feristan ra got: “We dît! Min ji we ra negotî bû
ku, ez hemû tiþtên serê erdê û ezmîn dizanim?”
Xwedê got: “Guhdarîya
Adem bikin!”
Piþtî vê pirsiyarê,
Xwedê Adem kir cenneta xwe. Wî rojê þuva Adem jiyana xwe cennetê da berdevam
kir û li darên tujî mêwe, çiqas dixest weqas dixwar û avên sar li kanîyên û
newalên paqîj vedixwar. Jîyanek bê kul û jan didomand.Tu kesek mîna wî, yê
herî dilxweþ, serê erdê tune bû.
Lêbelê rojekê Xwedê
dît ku kêfa Adem ne þunêdaye û ew ne dilxweþ e. Tenêtîya Adem ew xemgîn kirî
bû. Xwedê, ji ber ku Adem dîsa dilgeþ bike û tenêtîya wî biqedîne, ji bona
wî jinek çê kir.
Þevekî gava Adem bin
darekê da dirêj bû û razîya, Xwedê ji wî ra jinek afirand. Jin cem Adem,
benda hîþyarbûna wî sekiniya bû; dema Adem hîþyar bû û jinek, însanek mîna
xwe ber serê xwe dît, pir þaþ bû. Wî emrê xwe da hîna mirovekê mîna xwe
nedîtî bû û gava jinikê dest bi qisedanê kir, Adem hê bêtir þaþ bû û pir kêf
kir.
“Tu kîyî? Navê te
çîye?“ pirsîya.
Jinekê jî cara yêkemîn
Adem dîtî bû û got :
« Ez jinekim, lêbelê
navê xwe nizanim. »
Ser vê gotina, Adem
navê wî Heva lê kir. Wê rojê þuva Adem qet tenêtî nekiþand û herdû jî
Cennetê da pir dilxweþ bûn. Dilê wan çî bixestana dixarin û vedixarin. Wan
birçîtî û tî tî nedizanîyan. Kul û janek wan tune bû. Jîyanek vanî çêtir
xwestina wan nebû.
Rojekî Xwedê Adem ra
got:
« Adem, tu û jina xwe
Cenneta min da bisekinin û çi dilê we dixwezî heyan dikanin bixun. Tenê
nêzikî vî dara nebin û mêwê wî da mexun, eger gotina min nekin, hûn jî dibin
îsyankar. »
Bi vî awayî Xwedê
dixwest wan îmtîhan bike. Pêþ xeta kirinê da jî Xwedê xwest ku Adem û Hewa
bide þîyarkirin.
Xwedê got : « Adem,
tim û tim xwe ji Þeytîn biparêzîne û qet qezîyên wî guhdarî meke. Ew dujminê
we yê aþîkare. Ew dixwezî we ji rê der bixine û ji Cennetê bike der. Gava
hûn dû Þeytîn herin, bê guman hûn dû ra poþman dibin û xwe ra tengayîyekê
mezin der bixinin.”
Þeytîn va axaftina
guhdarî kir û fikirî ku çawa Adem û Hewayê ra dafikekî darbixine. Rojekê wî
cesaret dit ku nêzikî wan bibe û wan ra got:
”Ey Adem, ez dara
ferasetê û dewlemendîyê te ra nîþan bidim?” Adem bersiv da û got:”Tu dixwezî
çi bibêjî? Hela min ra nîþan bide!” Lêbelê Þeytîn wîna ra ew dara ku Xwedê
jê ra qedexe kirîbû, nîþan da. Adem ji wî bawer nekir û hema ew xwe dûr xist.
Lêbelê Îblîs her firsendê da dîsa dixwest ku nîzîkî wan bibe. Carekê Þeytan
guhê wan da bi dengekî newî got:” Hûn dizanin Xwedê çima we ra va dara
qedexe kirîye? Gava hûn mêwê wî bixun, hûn tim û tim Cennêtê da dimînin.
Hadê werin, guhdarîya min bikin û mêwan bixun!” Wê gavê Adem pir hêrs ket û
qêrîya ser Þeytîn:” Zû cem me dûr keve, tu derewan dikî û tenê dixwezî me
bixapînî. Bizane ku gotina Xwedê kirin, karê me yî yêkemîn e.” Ser vî
bersiva, Þeytan pir qahrîya û got:” Hûn çima min bawer nakin, ez tenê
rindîya we dixwezim, gotina min bikin!” Ji bona bê dawîya hatin û çûyîna
Þeytîn, Adem û Hava roj bi roj ketin þikê û hev û din ra gotin: ”Dibe ku ew
rast be?” Þika wan, ew gav bi gav nêzikî wî darê dikir û dawîyê da mêwê wî
xarin.
Dû xarênê ra hîþyara
tazîbûna xwe bûn û þerman ra bi pûrikên darê kirin ku xwe por bikin. Þuna
xwe da mat bûn û man, nezanîyan çi xalîyê serê xwe bikin. Dest da nebaþ bûna
kirina xwe hesîyan. Bi Xarina mêwê ku ji wan ra hati bû qedexe kirinê, li
dijê fermana Xwedê derketi bûn. Herdûyan jî pir þerm kirin û pir tirsîyan,
ji ber ku wana dizanîya ku Xwedê hemû tiþtan dibîne û dibîhîse.
Xwedê Adem ra got:” Ey
Adem, tu çima ber min direvî!”
Aden bi tirs bersiva
Xwedê da û got:” Na, na Xwedêyê min, ez ber te narevim. Ez tenê ji bona karê
xwe yî fena þerm dikim.”
Wê gavê Xwedê got:” Ma
Min xarina mêwê wê darê we ra qedexe nekirî bû? Min hûn ber vî Þeytanê xirab
þîyar nekir û negot ew aþîkar dujminê we ye? We qey qezîya min nekir û dijî
fermana min derketin?” Adem û Hava xwe hê bêtir ber Xwedê þerm kirin û ji
bona gunê xwe pir poþman bûn:” Ey Xwedê yê me,tu me biborîne. Me ra xwerxwaz
bibe, me tenê zerar da xwe. Gava tu gunê me ef nekî, kesikek nikanî me ra
alîkarîyê bike.”
Bi vî avayî þev û roj
gîrîyan û ketin bextê Xwedê. Wan daimî ji Xwedê ef kirin ji bona xwe xwestin.
Xwedê ku dûayên
însanan dibîhîse û qebûl dike wan ra got:” Ji bona nîþanek dilovanîya min,
min Cennet da we û hemû tiþt hanî ber lingê we. Lêbelê we dîsa jî gotina min
nekir û li dara qedexe xwar. Lewma ez we naha diþînim serê erdê. Wê derê pir
derd û kulê we çe dibin. Hûn gerek serê erdê bi kar û kedê xwe rizqê xwe
derbixinin. Adem pir ber Xwedê gerîya û got:“Xwedêyê me, me biborîne.” Xwedê
got:”Hûn mîna dujminan herin serê erdê û demekî wê derê bisekinin.” Adem pir
xemgîn bû û gîrîya. Herdû jî gellekî ditirsîyan. Ji hember derketina emrê
Xwedê poþmantîyek mezin kiþandin. Dû wê poþmantîya wan Xwedê wan hat rehmê û
ew ef kirin.
Ji ber ku Xwedê
mîrovekî ku bi dilekî paqîj poþman dibe û bi hemda xwe dîsa xelatîyê nake
her dem ef dike.
Çîroka Hûd li gora ola Îslam ê
Pistî ku avê xwe hêdî
hêdî þunda vekiþand, Dinya dîsa ket þiklê xwe yê berê. Hemû eþîrên mîrovan
ku, yê li ser hemû derên erdê belav bûn, dîsa gund û bajar çê kirin, rezê
tirîyan û baxçeyê mezin ku yê tê da sêv, hermî, alinçe û hemû mêwe hebûn,
danîn.
Ev çîrok, qala eþîrekî,
ku wî demê li baþurê Yêmen ê dijîya, dike. Navê wî eþîrê Ad bû. Deþta ku,
wana tê da dijîyan, tijî qum û kevir bû. Lêbelê ava vexarinê têra xwe hebû,
ji ber ku li wê ji gellekî cîhan pirtir baran dibarîya. Bi vî awayî ew dera
li ser erdê cihekî pir pîroz û xweþ bû. Gelê Ad gelekî zîrek bû û tim û tim
kar dikir. Bi destê wan bexçe û bostan hêþin dibûn, herwekî parçeyekî
cennetê bû. Hêdî hêdî bi baxçe û zevîyên wan ê berdan welatê wan hê mezin bû
û mîrovên gelê Ad gelekî dewlemend bûn. Malê wan ser sitûnên mermer û zêrîn
hatibûn çêkirin û dora wan bexçê mezin û rêyên fireh û rind hebûn. Wî demê
bajarê gelê Ad li ser dinê cihê herî delal û mezin bû. Navê bajêr jî Iram
bû. Mîrovên bajarê Iram ê pir gir û xurt û gellekî jî dewlemend bûn. Gelê
Iramê dora bajarê xwe bi sûrek dirêj û mezin dorpêç kiribûn. Dartraþên Iramê
jî bi gora wî demê çek û rextên pirr baþ çê dikirin. Lêbelê gelê Ad ji bo
hêz û dewlemendîya xwe roj bi roj hê bêhtir qurre dibûn û ser xwe re diçûn.
Wana nebaþ û bi dujminî li xelkê din mêze dikirin. Wana pê mîrovên ku ji
welatê wan nebûn yarî dikirin û ji wana ra cêr dikirin. Dewlemendîya wan ew
kwîr û neheq dikirin; jiyîna wan hê diçû hê dûr bêsinc dibû. Wana ewqas
pêþta çûn ku îþaretên ser rîyan çep dikirin, ku rêwîyên biyanî di çolêda
rêya xwe þaþ bikin. Dura jî pê rêwîyan dikenîyan, li wana dixistin û tiþtê
wan didizîyan. Vê yekê pir kêfa wan dianî.
Rojekî ramanek hat
bîra wan, ku ji xwe ra bi keviran putan çê bikin. Ji wana ra li navenda
bajêr þûnek rind çê kirin, danîn ser û secde kirin." Vana xwedê mene".
Mîrovên Iramê bi zûva bîr kirun ku, gelê Hz. Nuh ji bona van putanan hatibûn
qedexe kirin. Wana jî sindorên, ku Xwedê danîbûn, zûva li paþxwe xiþtibûn.
Bi vî awayî dem hatibû, ku Xwedê ji gelê Ad ra jî pêxamberekî biþine. Xwedê
xwest ku bi devê Hz. Hûd bi wana ra biaxive, ku bila ewana hiþê xwe bînin
serê xwe. Dibe ku dev ji putan ber bidin û ji bona gunhên xwe ji Xwedê
bexiþandinê bixwazin. Dibe ku rojek were û gelê Ad dîsa were ser rîya rast.
Rojekî Pêxember Hud
gelê xwe li dor xwe kom kir û ji wana ra got:" Ey mîrovên xûrt û dewlemend
yê bajarê Iramê, ez pêxemberê Xwedê me. Gotinên min gûhdarî bikin, ez ji we
tiþtekî din naxwezim. Xwedê min ji bona karên min pîroz dike. Ew serokê
alemêye û ji wî bêhtir Yezdanek tune." Mîrovê Iramê gelekî þaþ bûn. Va
mêrika çi dixwest ji wanan ra neqil bike? Yêkî jê pirs kir:"Tu ji me çi
dixwazî? Bi eþkereyî qise bike ! " Hz. Hûd bersiv da:" ji Xwedê bitirsin ku
ew tenê rast e û yek e. Hê ji perestina putan xwe bigûharînin!" li ser vî
gotinê wana xwînsar bûn û qêrîyan:" Te ji bona vî gotinê em anîn vira? Tu jî
mîna me mîrovekî bi xwîn û goþtî. Ji bona çi Xwedêyek ewqas bi qudret were
nav me da te biþine ku tu me hiþyar bikî? Bi rastî pêwîste em dest ji putên
xwe bernedin, ji ber ku kal û pîrên me pir sûd ji wan girtine. Ji bona vî
yekî bav û kalên me çi kirine, em jî wer dikin. " Hz. Hûd bersivek gelekî
jev da wana:" Hun ji bona çi naxwazin min hu bikin? Xwedê ez þandim, ku bila
dîsa edadmendî û dilovanî bikeve nav we û bila hûn li mîrovên ku ji we
lawaztirin nexinin û ji wana ra çêr nekin û bila hûn dîsa rêwîyan bi
îþaretên alîyê çepê nexapînin û tiþtên wan nedizin, bila hûn ji îro þunva ji
putên ku we bi kevir û daran çê kirîye, secde nekin. Çi nebaþî ji va gotinên
min heye?"
Lêbelê wana dîsa wek
berê serhiþk man û nedixwestin ji Hz. Hûd bawer bikin: "Hûd, tu mîrovekî bi
lanet î. Tu derewînî û tenê dixwazî me bibî ser rêya xwe ya nerast. Gava tu
pexemberê Xwedê yî û çawa ku tu dibejî ew ewqas biqudrete, wê demê ji me ra
behitekî niþande, ku em ji te bi hêsanî bawer bikin. An jî putên me ceza
dane te û tu niha dixwazî heyfa xwe ji wana bigirî û bi vî awayî Xwedê yek
din bi me didî qebulkirin. Ji me dûr bikeve, tu gotinên fiþarde dikî, tu
hatî lanet kirinê. » Dilê Hz. Hûd gellekî firîya û bi kelûgîrî ji wana ra
got : » Bê þik Xwedê govanê min e : Hemû tiþtên, ku min ji we ra got rast e.
Lêbelê hun pir rikdarin û naxwazin bawer bikin. Daxwazîya min ew e ku, hûn
putên ku, ji we ra ne xêra xwe ne jî xirabîya xwe hene, ji bo hemû deman
berbidin. Hûn qey aqil nakin? We va putanan bi destê xwe çêkirine, ew çi
karin min lanet bikin? Du min werin û þîretên min gûhdarî bikin. Lêbelê hûn
dîsa jî venegerin ser rîya rast, ez ditirsim ku, Xwedê cezayek mezin bide we.
Bahozek mezin we û hemû tiþtên we çê kirîye tune dike." Gava gelê Ad van
gotinan bihîstin, hê nikaribûn hêrsa xwe bigirin û qêrîyan ser Pêxember:"
Ha, tu dixwazî me hereþe bikî? Kê ewqas xurte û dikare me têk bibe? Ey Hûd
tu dînî, hetanî îro kesek pê me nekanîya û îro þûnve jî kesek bê me nikare.
Hemû gelê û eþîrên din ji me ditirsin."
Dîsa jî Hz. Hûd ji
wana ra got:" Ey miletê min, ew Xwedê ku, we hemû afirandîye ji we hemûyan
pir pir xurttir e. Ji bo dewlemendî û hêza xwe jî pêwîste hûn ji Xwedê ra
þukir bikin. Gava Xwedê bixwaze cezayek bîde we, hema dide we û kesek nikare
pêþîya wî bigirî." Piþtî vî gotina hanê, sebra gelê Ad nema û hemû qêrîyan
ser Hz. Hûd :"Zû ji vira here û ji Xwedê yê xwe ra bibêje, ku bila ji me ra
bahoz û cezayên xwe biþîne. Wê tayê em dibînin Xwedê yê te çiqas xurt e. Li
ser bawerîya me mesekine, pêwîste em qet bi te bawer nekin. Ji cem me here û
cezayên ku, te ji me ra got, bîne. Em li vira bipirskerî li benda te
disekinin." Wê gavê Hz. Hûd hu kir ku, mîrov nikare bi vî gelê re biaxive.
Hemû hewl û kar berbayî bû. Va gela bê þukir û qure û. Ji bona hemû
dewlemendîyên, ku Xwedê dabû wana, wan jî ji putan ra þukir dikirin.
Karakter û jiyîna wan hemûyan nebaþû. Poþmanî û dilnizmî ti caran nedihat
bîra wan. Belê, wana bawer dikir, ku dewlemendî û xurt bûna wan bêdawî ye.
Gelekî mîna gellê Ad ewqas neheq û qure bi þik cezayekî mezin heq kiribû.
Lewma Hz. Hûd çû ser çokan û ji Xwedê ra ji bo cezayê ku, wî soz da bû, dua
kir.
Xwedê duayên Pêxemberê
xwe qebûl kir. Ji wî rojê þunda Xwedê qe çilkek þilî neþand ser welatê gelê
Ad. Hiþkahîyek erjeng hat ser wan û hemû dar, zevî û baxçe hiþk bûn û heywan
ji birçîyan mirin. Gelê Iramê hettanî îro tiþtekî hakana nedî bûn û se vîna
gellekî þaþ bûn. Gava rewþa wan hê çû hê nebaþ bû, ewna ji ber birçîbûn û
tîbûnê ketin bêhêvîtîyê û çûn ser çokan. Lêbelê dîsa jî ne ji ber Xwedê ku
wan ef bike, wana ji putan ra bidil dua dikirin, ku þilîyê ji wana ra
biþînin. Hz. Hûd xwest ku, cara dawîyê dîsa firsendekî bide wan, dibe ku
bêhêvîtîya ew tê da ne, hiþê wana tîne serê wana:" Destên xwe ji pût û
rewþên xwe yên nebaþ bikþînin. Tiþtên baþ bikin û mîrovan nexapînin. Belkî
wê demê Xwedê ji we ra xêrxwaz dibe û þilîyê diþîne, ku bila rojên we yê
dewlemend û xweþ yê berê dîsa werin."
Lêbelê gellê Ad
biînyat vê bersiva da:" De wê da! Êdî tu qey ji cem me narî? Ger Xwedê te
heye, here ji wîra bibêje ku, çidike bila bike. Em ji wî natirsin." piþtî vî
bersivê, Xwedê, ji bona tune bûna vî bajarê, biryar da. Wî ewrên mezin û reþ
þand ser bajêr. Hemû gelê Iramê bi keyf û xweþî kom bûn û bi hêvî mêzeyê jor
kirin û gotin:" Zu werin û mêzekin, putên me lava û duayên me qebûl kirin û
ji me ra ewrên þilîyê þandin! Belê, putên me, ji me pir hez dikin û gunê xwe
bi me anîn. Di demekî kurt da em dîsa wek berê xurt û dewlemend dibin. Rezên
me dîsa wek berê guþîyên tirîyan digrin û baxçeyên me dîsa mîna berê rewnaq
dibin. þikir ji putan ra, em xilas bûn!" Ji eþq û kêfan ra, hinek çûn
zevîyan û genimê xwe ajotin. Lêbelê Hz. Hûd ra gotinên nebaþ digotin û ser
xwera diçun, ser wî dikenîyan û bi hevûdûn re yarî dikirin: » Ey Hûd, afat û
tofanên Xwedê yê te yî mezin li ku man? Te dît me çikas baþ kir, ku em di
rîya ola bav û kalên xwe da çûn ? Putên me em bîhîstin ey Hûd ê dîn. Çavê
xwe rind veke û mêzeke, van ewranan ji me ra felaketê nayînin, ey Hûd, ji
mera þilîyê tînin, þilîyê! Duvra jî mîna dînan li dora putên xwe govend
girtin û stran gotin. Lêbelê ji niþkave bahozekî erjeng hat. Wîna bahakî wer
hiþk anî ku, nav çend deqeyan da, hundirê bajarê Îramê çi hebû mirîya. Serma
kî mezin hemû dest û lingên mîrovan tevizand û jêkir. Bahoza Xwedê stûnên
mezin, ku bi mermeran hatîbûn çêkirin û diwarê dor bajêr mîna daran di
kokêda rakir. Hemû mal û warên wan helþîyan û gelek mîrov di binda man û di
qêrîyan. Xwedê qe derek zexm nehiþt. Binî anî ser û serî anî binî û tev li
nav hev xist. Mîrov bi tirsekî mezin baz didan û nizanibûn ku bi kîjan alîyê
da herin.
Bahoz heft rojan û
heyþt þevan berdevam kir û di bajêr da hemu jiyîn tune kir. Dawîyê bajarê
Îramê bû wek erdê. Lêbelê tenê kesek xilas bû û qet zerarek nedî: Hz. Hûd.
Ew wî rojê mezintîya Xwedê û tunebûna milletekî lê govan bû. Va milleta, ku
gelekî xurt û qure û bi hêza Xwedê di demekî kurt da hat tune kirinê. Wana
bi xwe dûjminê xwe bûn, ji ber ku wan ji Xwedê bawer nekirin. Bi vî awayî
wan ceza û tunebûn heq kirin, tiþtekî din ji bo wan bi kêr nedihat. Gelên
mîna gellê Ad, dijminê Xwedê ne û bê þik Xwedê ji hemû dûjminên xwe mezintir
û xûrttir e.
Çîroka Pêxember Nûh
li gora ola Îslam ê
KESTÎYA HZ. NUH
Ji Hz.
Adem û
Hava gellekî zarok çê bûn û ewna jî hêdî
hêdî zêde bûn. Dû mirina wan neslê wan bi destê zarokê wan berdewan kir. Bi
vî avayî pirr pirr salan þûva bêhejmar mîrov serê erdê peyda bûn. Lêbelê
ewna ji ser rîya rast der ketin û pirr bednav û bê exlaq bûn. Hev dixistin,
hevdira tiþtê nebaþ digotin û car caran jî hevûdin dikuþtin. Wana him Xwedê
ra niyaz nedikirin, him ji bo qencîyên ku Xwedê dabû wan jî þûkir nedikirin.
Wana bi temamî Xwedê bîra xwe kirî bûn . Wana wer bawer dikir ku, ewna hê
hewceyê Xwedê nînin û qet nedixwestin ku tistekî ji wî bibihîsin. Bi ser da
jî bi xwe ra ji daran, an jî keviran pût çê kirûn û ber wana da hustîyê xwe
xar dikirin û secde dikirin. Bawer dikirin ku va pûtana wana ra alîkarî
dikin an jî zerarê didin wana. Lêbelê tenê Xwedê ku, yê mîrê erd û ezmanan
e, babetî perestinê ye. Ji ber ku wî, hemû heywan, av, dar û zozan ji bona
ku mîrovan ra xizmetê bikin afirandî ye. Wî aqil daye însanan ku bila ser vî
kaînatê raman bikin. Wî bi çêyîyên bêhêjmar însan ra alîkarî kirîye û dike.
Tav, hîv û stêr daye bin xizmeta wan ku mîrov wextê bipîvên û rê û dirbê xwe
bikanin derbixînin. Lêbelê mîrovan dîsa jî dilovanîya Xwedê înkar kirin û
pûtên xwe ra secde kirin. Ji bona va mîrovên nebaþ Xwedê wana ra pêxamber
Nuh þand ku, wana va kirênê wanî nebaþ dûrbixîne. Hz. Nuh mîrovekê pirr baþ,
xwedî teqwa bû û Xwedê pirr bawerî dikir.
Xwedê wîna ra çi got,
Nuh wer kir. Wî bi salan gûnd bi gûnd her derî gerîya û kuderê mîrovek dît,
jê ra bi dengekî bilind got:
“Ey gellê min, Xwedê
afrandarê we ye û tenê ew nîmetên baþ dide we. Dîsa vegerin Xwedê û tenê
Wîna ra secde bikin û ji tenê Wî alîkarîyê bixwezin. Ji pûtan ra secde
kirinê biqedînin. Ewna tenê dar û kevirin. Ez tenê dixwezim ku þîretekî baþ
bidim we, min guhdarî bikin, bawerîya xwe bi Xwedê bînin, ez tistêkî din ji
we naxwezim.”
Nav wan da mîrovên
dilpak û baqil ji Hz. Nuh ra aha gotin: ”Bi rastî jî gotina Nuh e. Em pûtên
mirî ra, ku yên me bi destê xwe çê kirîne ra secde dikin. Ew rast dibejî.
Îro þûva werin, em Xwedê ra secde bikin û ji van pûtana dûr bikevin.”
Lêbelê mîrovên
dewlemend, qure û xwînsar jî, ku pirahîyê da bûn, nedixwestin guhdarîyê Hz.
Nuh bikin û li dij wî derketin: ”Na, va pûtana Xwedê men e ! Em tu carî wana
bernadin. Tu kî yî ku em gotina te bikin? Tu mîrovekî belengaz û lawaz î.
Lêbelê em mîrovên baqil û sehîkerin. Eger wusa nebûna em dewlemend nedibûn.
Em naxwezin guh bidin te.“
Lê Hz. Nuh bêzar ne
bû. Tim û tim diçû cem wan û ew dawetî rîya rast dikirin û digot :“ Dest ji
van pûtên xwe berbidin!“ Ewna jî lewma pirr diqahrîyan û digotin: “Na tu
dînî, çî yî? Me tiþtekî aha hettanî îroj qet nebîhîstî bû. Ey Nuh, te çi
bîye, te aqlê xwe wanda kirîye?“
Hz. Nuh jî aha bersiv
da:“ Min çewt fam nekin, ez dîn ninim. Xwedê ez we ra pêxamber þandim. Ji
ber ku hûn li ser rîya rast derketine û ji putên ku we pê destên xwe çê
kirîne ra secde dikin. Va li cem Xwedê tiþtekî pir nebaþ e.” Mêrivekî nav
van mîrovan da pirr qahrîya, pê xwe nekanîya û Hz. Nuh ra got:“ Tu mîroveki
neçarî. Ma ji bona çîyê te Xwedê te ji mera pexamber biþîne? Ma mîrovekî te
baþtir û te dewlementir ji bo vî kara tune bû?“
Hz. Nuh gellekî pozxîn
bû: “Belê, ez mêrivekî neçarim. Lêbelê Xwedê qûlê xwe ku, yên bi dil bi Wî
girêdayîne pir hez dike. Gava hûn va qezîyana nebijin û gotina min bikin, wê
gavê Xwedê we jî hez dike, we dike cenneta Xwe. Ew afirandarê we ye. Ew rûhê
we digrî û we roja qîyametê dîsa hiþyar dike. Xwedê wê rojê we hemû tiþtan
dipirse.”
Dû qisedana Hz. Nuh
ewna hinekî ber xwe ketin û yêkî ji wan got: “Nuh, ricayek me ji te heye,
gava tu tenê mîroven dewlemend û sozdar dor xwe kom bikî, we demê dibe ku em
dû te werin. Tev mîrovên neçar û qilêr em naxwezin hev ra bibin. Em naxwezin
bidû te tev wana bibin yek, va ji bona me pirr çetin e.“
Bi êþên ji dil Hz. Nuh
vî mêrivê poz bilind ra wusa bersiv da: “ Çi sucê mîrovên neçar hene ku
neçarî ji wan qewimî ye? Ewna jî xwedî dilekê paqîjin, dilê wan tenê Xwedê
ra qûltî kirin û guhdarî kirinê ra hazîrin.“
Ser vê gotina ewna
pirr hêrs ketin û bi hevra gotin: “Gava wusa ye, me dûr bisekine. Te teklîfa
me qebûl nekir, lewma qet pêwîst nîne ku tu dîsa tev me ser vê mijarîya qezî
bikî. Em gotina te nakin.»
Feqet Pêxamber Nuh
nedixwest ku dest jê ber bide. Dîsa jî hema hema her roj diçû cem wan û ewna
dawetê Îslamê dikir. Guh neda wan û bê razan berdewam kir ku, wan bîne ser
rîya rast: ”Ji Xwedê borandinê bixwezin! Ew we diborîne û xelat dike, ser
erdê jî rewþa we baþ dibe. Zevîyên we berdar û hasilata we pirr dibe,
gellekî zarokan jî dide we. Lêbelê gerek hûn bîra xwe nekin ku Xwedê we
afirandîye. Bi rastî va ji bona Xwedê tiþtekî pir hêsane, hela carekî mêze
dora xwe bikin, Wî tav, hîv û hemu histêrik jî afirandîye. Wî hemû xweza
daye bin emrê we. Hey gellê min, ma hûn ji bona feqîrîya min naxwezin min
bawer bikin? Qet ne be bawerîya xwe Xwedê binin. Wî hemû va çêyîtîya û
dewlemendîya we ra dîyarî kirîye. Gava hûn hê þîretên min guhdarî nekin, wê
demê cezayê Xwedê we ra dibe heq. Ez mirovek ji we me û naxwezim hûn bên
ceza kirinê. Gava tofana Xwedê were, wê demê tu kes nikane xwe ber xilas
bike!”
Mîrovên yê nedixastin
dengê Hz. Nuh bibên, destê xwe dan ser guhên xwe. Hinekan jî pê kincên xwe
devrûyê xwe vediþartin ku Hz. Nuh wana nebînî. Hz. Nuh derket hember wan û
wan ra got:“ Hîna cezayê Xwedê nehatîye û pirr dereng nine, zu gotina min
bikin û îmana xwe ji min bînin!”
Wan devrûyê xwe ve
kirin û dadan Hz. Nuh: ”Tu tenê dixazî me bitirsînî. Nuh, tu pirr pêþta
terî! Here û tofanê Xwedê mera bîne ! Dema em dîsa gotinên wusayê tirs û
xirab te bibîhîsin, em te þûnê da bikujin! Ji bona te îroj þuva tiþtê herî
baþ, bê dengî ye! »
Dû çûyîna wan Hz. Nuh
destê xwe vekir û dua kir : »Ey Xwedêyê min, min ew dawetê rîya te kirin.
Lêbelê wan guhdarîya min nekirim. Min heqqê cezayê te da ewna agahdar kirin,
lêbelê wan pê min henekê xwe kirin. Va mîrovana hê terin hê nebaþ dibin û
naxazin guhdarî min bikin. Ey Rebbê min, ez ditirsim ku yê dû vana tên jî
mîna wan nebaþ bibin, belkî jî vana nebaþtir dibin. Min, bavê min, dîya min,
mêr û jinên guhdarî min kirine ef bike. Xwedayê min, wa hemû însanê din jî
helak bike.»
Xwedê xastina Hz. Nuh
bîhîst û got: ”Pozxîn nebe, Nuh. Metirse jî. Ez gerekî va însanê bê îman
giþtîke bixendiqînim. Tenê tu û yê tera dilsozin gerek bifilitin. Min te ra
çi got, wer bike! Keþtîkekê mezin çê bike û benda emrê min bisekine.“
Hz. Nuh hema dest pê
çe kirina keþtîyê kir. Karekê pir mezin û çetin bû. Þev û roj bê westayî
keþtî çê kir. Wexta mirovan bihîst ku Hz. Nuh keþtîyekê pirr mezin çê dike
giþt komî serê Nuh bûn û pê henekê xwe kirin, gotin: “Tu li vir çi dikî dînê
dur? Tu hê naxazî pexambertîyê bikî? Her hal karên xeratan xweþ ya wî çu û
pexambertî cî hiþt. Keþtîyek nava çolê da? Keþtîyek ser erdê zaha? Gerek
keþtî çer bê av here? Mirov niha dibînî ku tu dînî!“ Hz. Nuh wiha bersiv
da :“Bisekinin û sebir bikin! Gerek hun demekî kin da bibînin, çi dibe“
Wana got: “Na! Nuh,
gerek em tu tiþtekê nebînin. Belê, tu mirovekê dînî.“
Roj zu derbaz bûn.
Wexta çêkirina keþtîya mezin qedîya, Xwedê Hz. Nuh ra got:“ Niha jî tev
malbat xwe û mîrovên dû te hatin bikeve keþtîyê. Hemû cinsên heywanan da jî
cot bi cot tev xwe bigre.“
Hz. Nuh tev malbat û
mîrovên îman bi wî hanî bûn dest bi kar kirin. Cotek deve, qatir, pez, xezal,
gûr, rovî, zurefe, fîl, meymun, mirîþk, xarxarik, qang, kevok, þêr û bi
hezaran heywanên mezin û piçuk hanîn kirin keþtîyê. Gellekî av û xarin jî,
ji bona malbata xwe û heywanan girt keþtîyê. Wî ji bona heywanan keþtîyê da
axûrên piçuk jî çê kir û heywan kirinê. Hemuyan ra cî hebû û tu cîns heywan
derva nema. Hz. Nuh dû fermana Xwedê tev malbata xwe sîyarî keþtîyê bû. Derî
û þibaqê keþtîyê rind kîp kirin û ser roja mezin ku Xwedê xebera cezayê dabû
sikinîyan. Pirr derbaz nebû ew roj hat : Bahakê pirr xurt ewrên giran û tarî
tev xwe hanîn. Tav ket talda ewran û hemu der tarî bû. Brûsk vedijîyan û
girmîya ewran hemû dûnya dilerzîya. Carê da tofanê dest pê kir û bi çengan
baran barîya. Tev baranê her alîyê erdê da jî avê kil da. Hemû mal û melal,
rê, baxçe, bostan û daristan jî ketin bin avê. Hîna insanan fam kir ku
kareseta Hz. Nuh xeber da bû hat. Berê xwe dan çîyayên bilind ku xwe xilas
bikin. Lêbelê her diçû baranê zêde dikir. Avê keþtî rajand û bilind kir,
bahê jî da ber xwe. Her alîyê da qêrîn û dengê mîrovan dahat guhê wan. Bela
wan hati bû û kesekê nedikanîya xwe biparêzîne.
Hz. Nuh pencirê da
temaþeyê der dikir ku hela çi dibe. Carekîda lawê xwe dît. Wî bavê xwe bawer
nekirî bû û neketibû keþtîyê. Wî jî dikir derkevî serê çîyakekê ku xwe
biparêzine. Hz. Nuh ban lawê xwe kir û got: “Lawê min, çi dibe tev me were,
were ser keþtîyê. Mewe hevalê bê bawermendan.” Feqet lawê wî jî wûsa bersiv
da: “Na, ez bi xwe dikanim derkevim serê çîyan û xwe biparêzim.” Feqet Hz.
Nuh jê dest ber ne da û got:“ Îroj tenê mîrovên ku yê Xwedê jê ra hatîye
rehmê tên pariztinê û dikanin stargehkê ba Wî bibînin.“
Hîna Hz. Nuh gotina
xwe neqedandi bû ku, pêlgekê mezin ew girt û bir.
Baran þev û roj
dibarîya û av bilind dibû. Mal, dar û ber, çîyayên herî bilind jî ketin bin
avê. Erd nedahat dîtinê. Her der bû behr. Hemu tiþt ku, yê nedikanîyan avê
da jîyana xwe berdewam bikin mirîyan. Bê însan û heywanê keþtîyê da serê
erdê kes nema. Av hîna bilind dibû û bahê jî behra reþ û tarî nav hev dixist.
Keþtî jî tev pêlê avê diçu û dahat, radijîya.
Hêdî hêdî baran
sekinîya, ewrên tarî belav bûn, bah sekinî û car caran jî tavê xwe nav ewran
da nîþan dida, ezman sayî bû. Erd demekê dirêj bin avê da ma. Heyan rojekê
keþtî derkê ket û cîyê xwe da sekinîya avê ew gerand. Keþtî serê çîyakê
sekinîya bû û navê wî jî çîyayê Agrîyê. Wexta Hz. Nuh ji keþtîyê der ket pir
dilxweþ bû. Wî Xwedê ra þukir kir ku ew û malbata xwe bi keþtî vê tofana
hatin paraztinê. Wexta kurê wî hat bîra wî ew gellekî xemgin bû û got: “Ey
Xwedayê min, ew jî malbata min bû. Hemû gotinê te rastin. Tu dadgerî heri
mezinî.»
Xwedê jî wî ra got: »Ey
Nuh, lawê te ne malbata te bû. Ew mîrovekê bê bawermend bû. Gerek tu ber
însanê bê bawermend nekevî. »
Hz. Nuh desta ji Xwedê
ef kirin xast. Xwedê jî duayên wî qebul kir.
Hêdî hêdî hemu tiþt
mîna belê dibû. Dar û kulîlk dîsa hêþin bûn, heywanan jî lotik dan xwe û
serê erdê belav bûn. Zarokên Hz. Nuh dîsa bûn xwedî zarok û zêde bûn. Mêr û
jin dîsa serê erde belav bûn, dîsa bûn xwedî bostan, baxçe mal û melal, zevî
hajotin û Xanî çê kirin.
Bi vî avayî Xwedê
mîrovên ku yê fermanên wî tînin þûnê û rindîyê dikin xelat dike. Û mîrovên
kû xwe þaþ dikin û Xwedê bîra xwe dikin, putan ra jî secde dikin (hustîyê
xwe xar dikin) cezayê xwe dikþînin. Gava mirov tiþtekî nebaþ kir û pê hesîya,
gerek ew poþman bûna xwe bîne zimîn. Wusa nekirin dibe sebeba cezakirina wî
û ji bona poþman bûne dibe ku dereng be.
Çîroka Pêxember Salîh
li gora ola Îslam ê
Di Navbera bajarê
Medînê û Þamê cîhek nav El-Hicr hebû. Pirr salan pêþta wê derê gellê Tamud
dijîya. Li bajarê El-Hicr baxçên pir mezin û berdan û çêregehê bêdawî hêþin
hebûn. Gellê Tamud li vira mal û qesr çê kirî bû. Ewna hemû li dewlemendîyê
da dijîyan û gellekî dilgeþ bûn.
Pirr sal hatin û çûn.
Gav bi gav ewna li ser rîya rast derketin. Herî li Xwedê bawer nedikirin û
ji Wîna ra secde jî nedikirin. Di Þuna Xwedê da ji xwe ra pût ji keviran çê
kirî bûn û ji wana ra dia dikirin. Wana pirr zû tune bûna gellê Ad bîr kirî
bûn. Roja Qiyametê, ku di wextê hemû mîrov du mirinê li ber Xwedê kom dibin
û çi kirine û çi nekirine tê rastê, qe nedahat bîra wan. Zemanê xwe bi tiþtê
nebaþ derbaz dikirin, ku bila neyên ser fikrên rast û baþ.
Mîrovên gellê Tamud li
ser erdê gellekî xirabî dikirin û heqqê gellê din dixarin. Ji ber ku Xwedê
pirr mezin û dilovan e ji wan ra pêxamberik þand û va pêxambera jî Hz. Salîh
bû. Bi serokatîya Hz. Salîh gerê wan dest ji xirabîyê û neheqîyê bikþandana
û tenê ji Xwedê ra secde bikirana, ne ji pûtên ji kevir û daran. Rojekî Hz.
Salîh eþîra xwe dli erekî kom kir û ji wan ra got.:" Ey gellê min, vegerin
li ser ola rast û tenê Xji wedê ra secde bikin, ji ber ku, ew tenê Xwedê yê
we ye. Bizanin ku, wî bêtir xwedêkî din tune. Wî we kir þûna gellê Ad û
bêdawî çêyîtî da we. Li dij Xwedê dermekevin, tiþtekî mekin þûna wî û wî
mandele nekin. Ez resulê Xwedê yê mîhrîcan im ku, Wî ez wji e ra pêxamber
þandim."
Hema ji Hz. Salîh ra
pirs kirin:" Na tu dixwezî xwedên kal û pîrên me ji me bigirî û me ser rîya
xwe bixinî? Pexamber Salîh hema va bersiva da wan:" Va pûtana tenê ji kevir
û daranin. Hela tenê carekî raman bikin. Dê û bavên we xelitekî pirr mezin
kirin, ma hûn jî dixwezin wek wana bikin?"
Wan hema dengê xwe
birîn. Hinek mîrov Hz.Salîh xetme kirin û gotin:" Te bi rastî qise kir. Em
te bawer dikin, Salîh." Va mîrovana pirr feqîr û qenc bûn. Wana xwe ji
mîrovên din baþtir nedidîn, quretî û mezintî nedikirin û gellekî dilnizm
bûn. Lêbelê pirrî mîrovên wî eþîra, ku yê dewlemend û xurt bûn, gellekî
pozbilind û neheqûn. Wana Hz. Salîh bawer nedikirin:" Tu belê merîkekî baþ
bû yî. Niha jî ji me ra tiþtên ecêp dibêjî. Em gerê çer xwedên xwe berdin?
Kê dizanî, dibe ku te aqlê xwe wanda kirîyê yan jî tevhev dîn bû yî."
Lêbelê Hz. Salîh dîsa
jî berdevam kir." Na, ez dîn ninim. Ez ji we ra nesîhetekî dikim û dixwezim
ku hûn qezîya Xwedê bikin. Ez ji bona qiseyên xwe ji we ziv û zêran jî
naxwezim. Þabaþa min tenê Xwedê dide min. Hûn nabînin ku, mîrovên dilgeþ û
yên xwedînamûs hemû bi dû min hatin? Hûn çima li dijî gotinên min der
dikevin?"
Lêbelê wana Hz. Salîh
guhdarî nekir û zû li wê derê dûr ketin. Mîrovên bêîman wî rojê þuva bi tev
mîrovên, ku yê dû pêxamber diçûn henekên xwe dikirin û wana ra xerew didan.
Waqas pê wana kenîyan û yarîyên xwe kirin ku, demekî þûva hê sebra
misilmanan nema û pevçûn derket. Ji hinek misilmanan tedayî bîle kirin:" Hûn
bi rastî bawer dikin ku, Salîh pêxamberê Xwedê ye?" Lêbelê mîrovên misilman
jî tim û tim hakana digotin:" Belê, ew însanekî pirr hêjaye û Pêxamberê
Xwedê ye." Yê bêîman jî va bersiva didan:" Em tiþtên, ku hûn bawer dikin,
bawer nakin. Hûn derewan dikin."
Lêbelê Hz. Salîh qe ji
gahuran neditirsîya. Kuderê bervî mîrovekî dahat hema ew dawetê ola rast
dikir û wîna ra nesîhet dikir. " Ew mêrika, ku dibêjî ku ez pêxamberim, pirr
tiþtên ecêp dibêjî. Însan çer dikanî du mirinê dîsa xweþ bibe? Va caran
mimkûn e? Du mirinê em qaþo dîsa ra dibin û terin ber dadihgeha Xwedê. Vana
derewan bêtir tiþtekî din nînin. Mîrov tenê carekî tê ser dinê û gava mirîya
hemû tiþt diqedê. Hinek mîrovên nav me da dû wî terin. Raste, Salîh belê
mîrovekî baþ bû, lêbelê tiþtên ku niha ji me ra dibêjî, mîrovekî baqil
nikanî bawer bike."
Hz. Salîh hemû qezîyên
wan dibhîst û mîrovên biîman þîyar dikir : « Ey mîrovên, ku yê bawerîya xwe
tenê bi Xwedê tînin! Dû va însanên qurre, ku yê ser erdê tenê xirabîyê û
sonîya xwe dajon, merin. Werin cem min. Gava hûn qezîya min bikin, Xwedê we
memnûn dibe û we fireh þabaþ dike. » Bi vî avayî Hz. Salîh bi þev û roj
nesîhet dikir. Rojekî gahur hatin cem Pêxamber û ji wî behitik xwestin : »
Ey Salîh, tu ji me ra dibêjî ku, tu pêxamber î. Hemû pêxamber ji bona
peyîtandina pêxambertî ya xwe mîrovan ra behitek nîþan dan. Gava tu ji me ra
tiþtekî wer nîþan bidî em hema dû te tên. » Ji ber wî yêke Hz. Salîh destê
xwe ra kir û ber Xwedê gerîya : » Ey Malîk, va mîrovana min caw dikin. Ewna
pozbilind û qurre ne. Behîtekî wana ra nîþan bide. Gava behîtekî bibînin,
dibe ku wê tayê dû min tên."
Dûra jî Xwedê ji Hz.
Salîh ra aha got:" Salîh, gellê xwe ra bibêje ku, bila hemû ser çîyê kom
bibin. Ez gerê ji hûndir zinarê mezin delaxekî pir rindik derbixinim. Va
delaxa bêdawî þîr dide. Lêbelê gerê gellê te þertekî bînî þunê: Bila rojekî
tik tenê delax ava kanîya bajêr vebuxe û rojekî jî hûn. Ji ber ku delax qasî
we hemûyan avê veduxe. Yanê hûn gerê rojekî kanîyê bidin delaxê û rojekî jî
bi xwe ji tê da avê vebixun.Tev delaxê bikevin rêzê."
Hz. Salîh biheyecan ra
bû pê û bi lez gellê xwe dor xwe kom kir û ji wana ra fermana Xwedê xeber
da. Piþtvanên wî hema bi dilgeþîkik mezin ji Xwedê ra þûkir kirin, lêbelê
gahur jî aha pirs kirin:" Vana gotinên vala ne. Mîrov ku derê delaxekî
hakana, ku yê tik tenê dikanî hemû ava bajarekî vebuxe û serda jî bêdawî þîr
dide, bibînî?"
Ser soza Xwedê hemû
bajar ket tejxelê û kesek nedixwest ku hê bêtir ser vî mucîza bisekinî. Hema
wî rojê hemû ser çîyê kom bûn. Jinên bajêr, bi destê zarokên xwe girtî buûn
û hêdî hêdî heldikþîyan ser çîyê. Hinek jin biroþ tev xwe hanî bûn, ku dibe
ku bi rastî jî delaxek tê.
Gava gellê Tamud
biheyecan û bênefes ser mucîza Xwedê disekinîya, carkîda zinarekî mezin bi
dengekî bilind bû du parçe û delaxekî pir rindik, ronak û bi gahanên tûjî ji
hundir zinarê derket der. Dûra delax bi tormika xwe ket nav mîrovan. Jin
hema biroþên xwe anîn û tujî þîr kirin. Bi rastî jî þîrê delaxê xilas nedibû
û bêdawî dahat. Hemu mîrov bi mereq mêze delaxê kirin û hinek destê xwe danê.
Carkîda delax bazda çû ser kanîyê û dest pê av vexarinê kir. Li yek carekî
ava kanîyê hettanî binî zaha kir. Av vedixar û vedixar qedandin çîye
nedizanîya.
Mirov pirr peroþîn û
bi dengekî bilind ji hev û dira gotin:"Gotina Xwedê hat þunê! Gotina Xwedê
hat þunê! Salîh bê guman resûlê Xwedê ye. Va jî mucîza wî ye!" Lêbelê deng
ji gahuran dernediket, say ke zimanê xwe daqulandî bûn. Qet ji yekî pirsekî
qicik jî dernediket. Ewna hember mucîzekî aqasa eþkere bi rastî jî ne
dizanîyan çi bikin :" Dibe ku wî me hemûyan ra sihîr kir û bi vî avayî aqlê
me nav hev xist." Gahuran wer got û dor kanîyê bela bûn û çûn.
Piþtî wî rojê delax û
tormika xwe tev gellê Tamud jiyîna xwe berdevam kir. Rojekî delax ava kanîyê
vedixar, rojekî jî mîrovan. Bi vî avayî delax hemû gellê bajêr bi þîrê xwe
yî bêdawî xwedî dikir.
Hz. Salîh jî li ser vî
mucîza gellekî dilxweþ bû, care kî din gellê xwe dor xwe kom kir û ji wana
ra got:" Va delaxa nîþanekî hebûna Xwedê ye. Wî li ser erdê rehet bêlin ku
bila biçêrî. Qe nebaþîyekî ji delaxê mekin, an ne Xewdê belakî pirr mezin û
jar dide we."
Pirr roj hatin û çûn.
Wek hemû gellên serê erde nav milletê Thamud da jî mîrovên nebaþ û hesûd
hebûn. Wan bi dizîyê îdara xwe dikir û pirr tiþtên dinî nebaþ jî li ser
planên wan bûn. Wana dîsa jî ji pûtan ra secde dikir û hîna jî bawerîya xwe
li Xwedê nedahanîn. Wana tiþtek li vî mucîza hu nekirî bûn. Va mîrovên
bêîman þevekî hatin cem hev û hetta ku sermest bûn îçkî vexarin. Serxoþ
serxoþ ji hevûdira gotin:" Em nikanin vî mexlûbîyeta ji bona delaxa Salîh
wer ser xwe bêlên. Delax me pirtir avê veduxe û gava hakana here, em demekî
kurt da hemû bi tîyanra qir dibin. Tiþtê en herî rind ewe ku em delaxê hema
zu bikujin."
Bi vî avayî gahuran
pêþnûmanik ji ber xwe da anîn û birin: Sibê ku hîna tav derneketî bû, yêkek
nav wan da ra bû û çû cem delaxê. Mêrik hinekî qatî wî kir, dûra kevana xwe
der xist û tîrîk da ser û havit delaxê. Tîr qirikê ket û delax ji êþan ra bi
dengekî bilind qurîya. Hema mêrikekî din hat û bi þûrê xwe qorê delaxê xist
û kir dû kerî. Delax ser sêrî erdê ket û dîsa jî xwe hêla tormika xwe da
dikþand ku wî qorî bike. Xwîn ji qirika delaxê wek ava kanîyê davit. Carkîda
gahurekî din hat û serê delaxê ser jê kir. Gava tormik dî ku dîya wî mirîya
çirp û bazda çû ser çîyayekî. Ser þaxê çîyayê sikinîya û dû delaxê qurîya.
Lêbelê delax li ser erdê direj bû û qe xwe nedileqand. Xwîn ji hustî
dilopîya ser erdê. Gahur hîna jî têr nexwarûn û wek dînan hakana diqerîyan:"Ey
Salîh were û bibîne. Me delaxa te kuþt. Hadê zu here û cezayê ku te em tim û
tim pê ditirsand bîne. Em vika ser te disekinin. Here tev Xwedê xwe qise
bike û ji mera wî cezayê bîne....."
Gava Hz. Salîh delaxa
mirî dît, gîrîya û got:" Xwedê vî milleta sedî da sed tune dike. Wan
tiþþtekî pirr nebaþ kir.Va çiqas bêîtaetîyek û nankorîyek mezin e?" Carkîda
Xwedê got:" Salîh, mîrovên biîman û baþ tev xwe bigire û bajêr derkeve! Ez
sê rojan þûva vî milleta tune dikim."
Hîna wî þevê jî gahur
ji bona kuþtina Hz. Salîh biryar dan.:" Em gerê hîna îþev jî cerdkî ser serê
Salîh û malbata wî da bînin." Yêkî din jî pirs kir:" Lêbelê wê tayê heval û
hogirê Salîh heyfa xwe ji me bigirin, em çi dikin?" Yekî din jî got:" Wê
tayê em heval û hogirên wî ra dibêjin ku, me tiþtek ji wî ne kirîye." Lêbelê
Xwedê gotinên wan bîst û planên wan nav hev xist. Carkîda Xwedê erdhêjînik
þand ser wan û sibê hemû dujminen Xwedê mirî hatin dîin. Tenê ji Hz. Salîh û
misilmanan tiþtek ne bû û tenê ewna xweþ ma bûn.Gava Hz. Salîh tune bûna
gelle xwe dît hakana got:" Ax gellê min, min xebera û daxwestina Mîrê xwe ji
we ra anî û min rîya rast ji we ra nîþan da, lêbelê hûn þîretgerên baþ hez
nakin." Bi vî avayî misilman û Hz.Salîh bajarê bêmîrov terk kirin û çûn. Say
ke ku hemû tiþt bi yêk zimanekî va qezîya digotin:" Xwedê dawîya mîrovên
bêîman hakana dike!"
Çîroka Pêxember Îbrahim li
gora ola Îslam ê
Hz
Îbrahîm 2000
salan belî Hz.
Îsa jîyaye û li gora her sê olên yek
xudayî jî ew pêxemberekî
Xwedê ye. Herwiha Hz. Îbrahim wek kalikê
van olên semîtik tê qebûl kirin. Lê di derbarê þinda bûyîn û jiyîna wî da,
pirtûk û zanayên her sê olan tiþtên cihê riwayet dikin. Li gora ola
Îslam ê Hz. Îbrahim li bajarê
Urfayê li
Harran ê hatiye dinyayê û dûra jî bi tev
bavê xwe çûye
Babîl ê.
Tevî ku gellê wî
hemû putperest bû, Hz.Îbrahim di emrê xwe da tu caran ji putekî ra perestî
nekirîye. Wî ji yek xuda yê ra bawer dikir. Di
Quran a pîroz da di nava pêxemberan da yê
herî pirr navê wî tê gotin. Li gora
Quran ê Hz. Îbrahim bi bivir ê hemû putan
diþikinî û li ser vî yekê mîrov wî davên nava agir, lê agir wî naþewitinî
û dibe gol. Li gora mirovan ew þinda agir îro gola masîyan li
Riha yê ye. Li dû vî bûyera Hz. Îbrahîm
bi tev jina xwe
Sarê û biraziyê xwe Hz.
Lût ji welatê
Nemrût bar dike tere
Irdûn ê,
Misir ê û dûra jî
Filistin ê.
Ji ber ku Hz.
Îbrahim êdî kal dibe û qet zarokên xwe tunin, ji
Xwedê zarokekî dexwez dike. Lawek bi nav
Îsmail ji wî ra tê dinê û demekî þinde jî
ji wî ra tê zanîn ku, gerê
Îsmail ji Xwedê ra qurban bike. Îbrahim
lawê xwe ji bona qurbanê amade dike, lê wî gavê Xwedê ji wî ra beranekî
diþinî, ji bona ku di þinda Îsmail da qurban bike. Dûra lawekî din bi nav
Îshaq ji wî ra çê dibe. Herdû lawên wî jî
bi xwe pêxamber bûn û tê zanîn ku
Îsmail kalê erewan û
Îshaq jî kalê gellê
Îsrail e.
Hz. Îbrahîm kalê
hemû bawermendan e û pêxemberê herî mezin yê Xwedê ye. Di emrê xwe da tenê
ji Xwedê ra perestî kirîye û di Quran ê da ji wî ra "misilman" tê gotin.
Wî bi tev lawê xwe Îsmaîl
Kâbe înþa kirîye û bi vî avayî îbadeta
hec ji wî hettanî îro hatîye giþtîye me.
Çîroka Pêxember
Îdrîs li gora ola Îslam ê
Hz. Îdris yek ji
nevîyên Hz.
Þît û pêxamberê Xwedê ye. Hz. Sît ji bi
xwe zarokê mirovê yêkemîn pêxamber
Adem bû. Ji Hz. Îdris ra 30 rûpelên piroz
hatine dayîn. Navê wî yê rast
Ahnuh bû. Lê ji ber ku wî pirr pirtûk
dixwendin li
Quranê da ji wî ra "Îdris" hatîye gotin.
"Îdris" ji mirovên ku di zanistîyê da pêþ da çûne tê gotin. Li gora
riwayetan Hz. Îdris li Misir ê bajarê Minuf ê yan jî li Babil ê hatîye
dinê û jîyaye. Navê bavê wî Yerd û navê diya wî Berre ye. Neseba wî
hettanî Hz. Adem aha tê zanîn: Îdris -
Yerd -
Mehlail -
Kinan -
Enûs -
Þît -
Adem.
Hz. Îdris wekî
pêxamber ji komalekî ra hatî bû þandin. Va komala ji nevîyên lawê Adem
Kabil bû. Hz. Îdris kêm û zêde hettanî
120 salan ferman û qedexeyên Xwedê ji mîrovan ra got. Hz. Îdris bi 72
zimanan qise dikir û hemû komal bi zimanên wan dawetî li ser rîya Xwedê
dikir. Wî bi xwe sedî zêdetir bajar û gund ava kirine û ji mîrovan ra
gellek zanistî elimandiye. Di zanistîyên huner, astronomî û nivisê da ew
mirovê yêkemin bû.
Çîroka Pêxember Îsa
Mesîh li gora ola Îslam ê
Quran qebûl dike ku
Îsa ji Meryema keçik çêbû (19:16-33) û dibêje ku wî kerametên nedîtî kirin
(5:110). Ew Mesîh e (3:45) û Tewratê erê dike (3:50). Navê wî "Peyv ya ji
Xwedê" û "Ruh yê ji Xwedê" tê gotin (4:171). Yên ku baweriya xwe bi wî
nayînin, dîwana wan wê bê kirin (4:159). Li gor Quranê Îsa Mesîh pêxemberekî
mezin e, lê Muhamad gotinên pêxemberan û nivîsarên
Peymana Kevin û
Peymana Nû yên li ser Mesîh rast hesab
nekirin. Hin dibêjin nivîsar bi xwe hatine guhertin (îspata vê yekê tune),
an jî ew xelet tên þîrovekirin (5:47/51; 4:169/171; Tabarî, Ibn Xaldûn).
Çîroka Pêxember Îshaq
li gora ola Îslam ê
Hz.
Îbrahîm du jinên xwe hebûn. Navê yekê
Sarê û navê yê din jî
Hacer bû. Hz.Îshaq lawê Hz. Îbrahîm û
jina wî yê bi nav Sarê ye. Hz. Îshaq bi þiklekî mûcizevî hatiye dinê. Di
rojina bûyîna wî da bavê wî sed û bist salî û dîya wî jî nod salî bû. Di
pêþiyêda qet zarokên Sarê nedibûn. Ji ber vî yekê Hz. Îbrahîm bi Hacer ra
zewicî û lawekî wan bi nav
Îsmaîl hat dinê. Ji bona vî yekê jina
yekemîn Sarê gellekî xemgîn bû û ji
Xwedê zarokek xwest. Xwedê jî va dûayê wî
qebûl kir û Îshaq hat dinê.
Va bûyera di
Quran a Piroz da aha tê neql kirin:" Û bi
sond elçîyên me bi mizginîyê hatin li ba Îbrahîm û gotin " Silav". Wî jî
silava wan ragirt û bi lezî çû û ji bona wan ra golikekî pêjandî hanî.
Gava Îbrahîm dît ku ewna qet destê xwe dirêjî wî (xwarinê) nakin, bêkêyf
bû û tirsek ket dilê wî. Wana got " Qet metirse, em ji gellê
Lût ra hatine þandinê". Jina wî li pîya
bû û bi wan keniya. Êdî me jî ji wî ra mizginîya Îshaq û dûra jî yê
Yaqûb da. Jinikê got " Ez jinikekî pîrim,
mêrê min jî kalikek. Ezê çer zarokan bînim? Bi rastî va tiþtekî matî ye".
Wana (elçî) gotin " Ey jina malê. Êdî gava ku dilovanî û pîrozahîya Xwedê
li ser weye, tu çer ji karê Xwedê ra mat dibî. Ew
Hamîd û
Comerd e ". (Sûreta Hûd 11/69-73)
Hz. Îshaq di
pirtûkên dîrokî da aha tê neql kirin: Ew yekê bejn dirêj, bi sûretekî
xweþik, gotinên xwe rast bû û di kaltîya xwe da porr û rîya xwe êdî sipî
bûn. Ji Hz. Îshaq ra du lawên bi nav
Yaqûb û
Ays bûne. Yaqûb yek ji pêxamberên Xwedê
ye û bavê Hz.
Ûsif e.
Hz. Îshaq di Quran ê
da aha hatîye meth kirin: "Ey
Mihemmed; tu qûlên me yên bi hêz û
sehîker bi nav Îbrahîm, Îshaq û Yaqûb jî bîne bîra xwe. Me ewna kirine
mirovên bi dil û can ku yên dinê din (exîretê) tînin bîra xwe. Bi rastî
ewna li ba me jî mirovên bijartî û qenc in." (Sûreta Sad 38/45-47) Hz.
Îshaq di piþtî mirina Hz. Îbrahîm, ji welatê
Þam ê ra bi pêxembertîyê hat þandin.
Di gora riwayetan Hz.
Îshaq kêm û zêde sed û þêþt salan jîyaye û li
Filîstin ê li nêzika
Qudis ê wefat kirîye.
Çîroka Pêxember Ûsif
li gora ola Îslam ê
Li gora
Quran ê Hz.
Ûsiv yek ji pêxamberên
Benî-Israîl e. Yekek ji pêxamberên ku di
Quran ê da navê wî derbaz dibe. Hz. Ûsiv
lawê
pêxamber
Yaqûb e û rîçika wî hettanî pêxamberê
mezin Hz.
Ibrahîm tere.Di Qur'anê de navê sûreta
10emîn jî Ûsiv e. Va sûreta ji 111 ayetan pêda dibe û ji van 98 ayet qala
Hz. Ûsiv dikin.
Di gora Quran a
Pîroz 11 hew birayên Hz. Ûsiv hebûn. Hz. Ûsiv zarokekî pirr rind û baqil
bû. Bavê wan Hz. Yaqûb ji wan yê herî pirr lawê xwe yî Ûsiv hez dikir. Ji
bona vî hez kirina birayên wî yî mezin hesûdî dikirin. Þevekî Ûsiv li
xewna xwe da dît ku 11 stêrk, roj û hîv ji wî ra secde dikin. Gava ku Ûsiv
ji bavê xwe ra qala xewna xwe kir, Hz. Yaqûb fam kir ku va nîsanek ji
Xwedê ye û li Ûsiv ra teme kir ku vî
xewna xwe ji kesekî ra nebêje. Lê birayên Ûsiv va xewna bîhistin û xwestin
ku Ûsiv bikujin. Rojekî ji bavê xwe destûr girtin û hemû bi hevra çûn
gerê. Êdî Ûsiv avitin li nav birekî kûr, fîstanê wî jî bi xwîna heywanekî
sor kirin û ji bavê xwe ra derew kirin gotin ku “Ûsiv gur xwerîye”.
Di nav bîrê da
mîrovên koçber Ûsiv dîtin û ew xilas kirin, ji bona ku wî wekî xulam li
welatê
Misir ê bifrosin mîrovên dewlemend. Dûra
wan Ûsiv firotin wezîrê
Misir ê. Ûsiv li mala wezîr mezin bû û bû
xortek delal. Ji bona rindîya Ûsiv dilê jina wezîr ket wî. Lê wî rû neda
daxwezên jinê û ji ber vî yekê jinikê bi derew û îftiran Ûsiv avit zindanê.
Hz. Ûsiv bi salan li zindanê da ma. Li wê derê du mîrov nas kirin û ji wan
ra xewnên wan yên ecêb þîrove kirin. Bi rastî jî rewsa wan herdû mîrovan
wekî gotina Ûsiv bû. Yêkek demekî þunda hat berdan û yêdin jî hat îdam
kirin.
Mîrê
Misir ê þevekî di xewna xwe da dît ku
heft mangên lawaz heft mangên xurt dixwin û heft simbêlên hêþin heft
simbêlên ziha dixwin. Mîr li ban hemû þîrovedarên welatê xwe kir, lê qet
yekî nezanîya. Dûra mîr ji berjewendiya Ûsiv ji hevalê wî yê zindanê
bihîst û ew ji zindanê derxist. Ûsiv ji mîr ra got ku gerê di pistî heft
salên piranî da heft salên birçî li ser welatê Misir ê da werin. Ji bona
baqiltiya Ûsiv, mîr ew kir wezîrê xwe û Ûsiv jî di heft salên piranî da
hemû embarên welêt bi genim û xwerin tujî kir û di salên tunetîyê da ew
xwerin ji mîrovan ra bela kir.
Birayên Ûsiv jî ji
bo ku gênim bikirin ji welatê xwe hatin
Mîsir ê. Di dawîyê da Ûsiv xwe ji wan da
nasîn û ew hemû borandin. Hz. Ûsiv bav, dê û birayên xwe anî Misir ê li ba
xwe.Gava endamê malbata wî hatin Misir ê bav, dê û 11 birayên wî xwe ji
ber wî xar kirin û sipasiya xwe nisan dan. Bi vî avayî xewna Usiv yê
zarokatiyê jî hatî bû þundê.
Çîroka Pêxember
Sû'eyb li gora ola Îslam ê
Çend hezar salan pê da
li basûrê Filistîna îro milletek bi navê Medyen dijiya. Gellê Ayka jî
cîranên wan bû. Zeviyên wan î pirr mezin û berdar hebûn.
Gelê Medyen bi
ticaretê, kirîn û firotina tiþtan jiyana xwe didomand. Lêbelê gava wan
ticaret dikir, caran dadmend ranedidan. Gava tiþtek difirotin, tim û tim kêm
dikiþandin, lê wexta jî bi xwe tiþtek dikirîyan, wê tayê jî mexsûz pirr kîlo
dikiþandin. Bi vî awayî hemû pê hev dixapandin. Bisekinin hîna neqediya:
Gava ji dest wan bihata, li rêwiyan dixistin, car caran jî ew dikustin û
tist mistên wan didiziyan. Baweriya xwe bi Xwedê jî nedianîn, li sûna wî da
bi xwe ra cûrbecûr ji keviran û daran pût çêkirî bûn û ji wana bi sev û roj
secde dikirin.
Ji ber ku Xwede pirr
dilovan û mihrîcan e û naxwazî mirovan biavêje cehnimê, rojekê ji vî gellê
Medyen ra pêxamberek bi navê Sûayb þand. Bi rastî jî karê wî gelekî dijwar û
çetin bû.
Pêxamber hat cem gellê
Medyen û bi van gotinan hemû mirov li dor xwe kom kir: “Ey gelê min, qeziya
Xwedê bikin û qe xwedayekk din ji wî ra mekin heval, tenê ew layîqê
perestinê ye. Îro þûnve gava hûn tiþtekî bifiroþin û bikirin, hêjmarên
qentera xwe meguherînin û nerast mekiþînin. Ev neheqiyek mezin e û li cem
Xwedê bêexlaqî ye. Hûn bi derewên xwe li ser erdê bêtarekî pirr mezin peyda
dikin. Bisekinin, hîna hûn dîsa neçûne mala xwe, hinekî gotinên min guhdarî
bikin û dû fermanên min herin. Rojek tê hûn dimirin û Xwedê jî ji we hemûyan
karê we pirs dike!“
Gelê Medyen li dû van
qeziyan hinekî sas bû. Yek ji nav koma mirovan derket pês û pirs kir: “Ey
Sûayb, niha tu dixwazî me ji xwedên me dûr bixinî? Ji te ra çi? Na tu qey
nahêlî ku em bi daxweziya xwe mal û perên xwe berhev bikin. Tu çima
dewlemendiyê li me qedexe dikî ? Tu çi wer mîna dînan tevhev qise dikî.» Hz.
Þûayb bi aramî bersiv da: »Ez dixwezim ku ji we re riya rast nîþan bidim.
Nêta min tev we gengeþî kirin yan jî nav we da bizewî derxistin nîne. Tenê
bizanin ku xapandin û dizîkirin gunehên pirr mezin in û qe li xweþiya Xwedê
narin. Ez tenê resulê Xwedê me û dixwezim ku ji we ra fermanê Rebbê Alemê
bidim zanînê.»
Ser vîna yekî bi
dengekî pirr bilind qêriya: » Pirr tiþtekî ecêb e! Em te hu nakin, ey Sûayb.
Xwedê kî aqasa gir û xurt çima mêrikekî wek te pîr û bêhêz ji mirovan ra
biþîne. Tu çawa dikanî bibî pêxamberek? Ey Sûayb, tu derewan dikî. Ne
pêxamber, ji te merî bîle dernakevî. Ey Sûayb, bawer bike ku gava em tev te
lêzim nebûna, me tu dê hema di cî de bikuþtayî! Here karê xwe bike û hew xwe
têkilî me bike!“ Lêbelê pêxamber Þûayb dîsa jî got: “Min nika hu kir. Hûn ji
bona lêzimiya me, xwe xurt hîs dikin û piþta xwe ji hêla Xwedê da
diçerixînin û dijî wî derdikevin? Va gerê çer bê hu kirinê ? Bi rastî jî
Xwede min hemû tiþtên hûn dikin û dibêjin dizanî! Ew gava bixwazî, hema nika
jî dikane we bike binê erdê. Ceza Xwedê waqas hiþk tê ku hûn serev hu nakin
çi pê we bûye.“ Mirov bêþerm û heya gotin: “ Here ji Xwedê xwe ra bibêje ku
bila ji me ra wî cezayê ku qestî mestî tunebûna me tînî, biþînî, tu jî wê
tayê vala dibî û bi me ra pê ketinê xilas dibî û dikanî herî cihê xwe.“ Ser
vîna Hz. Sûayb destê xwe ji vî gelî kiþand û çû cem cîranê wan gelê Ayka. Ji
wan ra jî gotinên Xwedê neql kir: “Ez Resûlê Xwedê me û pexamberekî dilsoz
im. Ez ji bona gotinên xwe ji we tiþteki naxwezim. Tenê Xwedê dikane xelata
min bide. Çi dibî ticareta xwe bi xapandinê mekin û neheq nebin. Ji Xwedê
bitirsin û tim û tim qeziya wî bikin, ji ber ku tenê wî hûn afirandine.“
Lêbelê gelê Ayka jî ew hu nekirin û bi matî gotin: “Ey Sûayb, kê ji te ra
sihir kir û aqlê te nav hev xist? Hemû tiþtên tu dibêjî tam derew in! Mana
pêxambertiyê çi ye, gerê çer were fam kirin? Û tu bi rastî kî yî, tu ji me
çi dixwazî? Em gerê gotinên te çer fam bikin. Aqlê xwe bigire serê xwe!“
Hz. Sûayb bi dilekî
xemgîn mêzeyî wan kir. Hinek mirov dijî wî derneketin, hinek jî qe guhdariya
wî nedikirin. Mirovên ku dijî wî derneketî bûn, dûra hatin cemê û
pêxambertiya wî rastandin, ji ber ku wî belê jî qe derew yan jî neheqî
nekirî bû. Piþtî wî rojê sûnde wan dixwest ku li sûna pûtan tenê Xwedê xwe
yî rast, Xwedê Hz. Adem, Hz. Nûh, Hz. Ibrahîm, Hz.Ismaîl û Hz. Sûayb
biparêzin. Hz. Þûayb keyfan ra hemû mirovên biîman û dilnizm hemêz kirin û
ji wan ra ola Xwedê yê rast hukrin da.
Dûra jî ket rê û çû
welatê gelê Medyen. Tev wî mirovên ku yê ola Islamê pejirandî bûn jî çûn.
Wan bi sev û roj bê qefilandin û bi hewlekî mezin pûtperestan ra waaz dikir.
Tim û tim mirovên gelê Medya û gelê Ayka ban riya rast dikirin û ew bi agirê
cehnimê ditirsandin. Lêbelê banga misilmanan ji hêla gahuran tim dihat caw
kirin. Kesekî ew guhdarî nedikir û hêdî hêdî dest bi nefret kirina va
mirovên bas kirin. Hz.Þûayb û hevalên wî hembera xeterekî pirr maîn da bûn.
Pûtperestan car caran mirovên ku dû Hz. Sûayb diçûn digirtin, lêdixistin û
rût û repal dikirin. Hz. Sûayb êdî nedikaniya van neheqiyan bikþînî. Rojekî
çû cem gahuran ku wan agahdar bike: »Ey gelê min, çi dibe gava hûn bi xwe
bawer nakin se jî, yê herî hindik, qasî mirovên misilman mekin. Hûn pirr
nebas û neheqin! Hela carekî tunebûna gelê Nûh, Hûd û Salih bînin bîra xwe!
Hûn qe rojekî ser radan û gahurtiya xwe yî nebaþ raman nakin? Ey esîret û
gelên vî erdî, bê sik hemû rastî ji we ra hat gotin.“
Ser vîna mêrikek
dewlemend ku serokek bû derket pês û got:“ Na, ey Þûayb. Em hewceyî riya te
û Xwedê te nînin. Bizane ku em gerê qe ji te bawer nekin. Dijane tu dîsa
were ser ola kal û pîrên xwe, va ji bona te hê bastir dibe. Lêbelê gava tu û
piþtvanên xwe zû aqlê xwe negrin sere xwe, em gere we ji bajêr bavên der.
“Hz. Sûayb ji wan ra ev bersiv da: “Na, piþtî me rastiya Xwedê dît û li ser
riya wî ketin, em dîsa nikanin vegerin ser riya pûtan. Guhnekî aha mezin li
cem Rebbê alemê nayê aborandin. Hûn ji me vegerînê hêvî mekin! Bê þik Xwede
wê dinê li navbera me û we da biryarekê dide, ji ber ku tenê ew dadmend û
dilovan e.»
Pûtperestan roj bi roj
ji misilmanan ra hê pirtir nebaþî dikirin. Wan bi gotinên xwe yî derew,
misilman tizî Hz. Sûayb dikirin »Em xurt û dewlemend in, li dû me werin û
Þûayb red bikin. Em zêr, zîv, bostanan û gelek xwerinê bidin we.» Lêbelê
piþtvanên pêxamber dîsa jî hakana digotin: »Na hûn me bikujin jî em dîsa ji
riya Xwedê da dernakevin û nayên ser ola we yî ji rastiyê dûr. »
Bi vî awayî pirr rojên
biêþ û bêhêvî hatin û çûn. Hemû misilman bi xemgînî mêze Hz. Sûayb dikirin.
Wî jî herdu destên xwe li ber wî ezmîn kir û ji Xwedê biryarek û rizgarî
daxwaz kir ku bila ferqa navbera misilmanan û pûtperestan derbikeve rastê.
Bila mirovên ser riya rast werin bexþîþandin û misilman jî dîsa hêvîdar
bibin. Piþtî diayên Hz. Sûayb hewadora wan her çû hê germ bû. Germî ewqas
dijwar bû ku gahur ji tirsan qurifiyan û hêdî hêdî fêrî rewþa xwe ya nebaþ
bûn. Vê germiyê dikanî canê wan hiþk bike û wan vegerîne xweliyê yan jî
xolavê. Bi vî awayî pûtperest nav xûdana xwe da fetisiyan.
Van bêtaran tam heft
rojan li ber xwe da. Hemû kanî, bîr û çem ziha bûn. Pirrî mirovan ji tiyan û
birçiyan miriyan. Hinek jî nedikaniyan hê rabin ser xwe. Lêbelê dîsa jî ji
Xwedê bawer nedikirin û xwe ber pûtan ji bona alîkariyê davêtin erdê:
“Hewaaar, hewaaar, hewaaar, çi dibe ey xwedên kal û pîrên me, ji me ra
dilovan bibin. Me ji vî bêtara mezin xilas bikin!» Roja heyþtan hewa hinekî
hînik bû, ewrekî reþ ket pêþiya tavê û hemû der tarî kir. Ser vîna pûtperest
bi dilekî fireh qêriyan:“ Þukir ji pûtên me ra, em xilas bûn. Wana bergerîn
û sergerînên me bihîstin û bersiv dan!“ Lêbelê sahiya wan pirr hindik ber
xwe da. Carekî da erdhêjînek pirr mezin bi wan girt. Hemû malên wan
hêrifiyan û pûtperest bin kavilan da man. Qe pûtek jî zexm nema bû, hemû ser
sêrî ketibûn erdê. Qet pûtperestek nekaniya ber vî tofana Xwedê xilas bibe,
hemû miriyan. Hêla din, rewþa gelê Ayka jî pirr baþ nebû. Nav ewrên res da
birûsk mîna marekî bijehr bi erdê diketin û hemû tiþt diþewitandin yan jî
dikirin kumek xweliya reþ. Bi vî awayî gelê Ayka jî hemû tune bûn. Ne ji
eþîreta Madyan ne jî ji eþîreta Ayka qet mirovek xweþ nema. Hemû ji bona
bêîtaet û rika xwe yî li dijî Xwedê hatin kuþtin.Tenê Hz. Sûayb û mirovên ku
dû wî çû bûn, jîndar man.
Dûra jî Hz. Þûayb mêze
wan herdu þunên helþandî kir û got » Ey Mîrê min, min ji wan ra pirr salan
heqî û neheqî nîþan da. Min ji wan ra tim û tim hêza te, dilovaniya te û
meziniya te neql kir, lê wan pirr bêitaetî kir û pirr bi ser de çûn. Wan qet
karekî xwe yî nebaþ ber nedan. Bi rastî jî van herdu gelan ceza te heq kir.
Ez xemgîn ninim. Gerê heyfa misilmanekî li pûtperestên înad û bêîman neyê.
Gelê Medyen û gelê Ayka bextê gelê Hz. Nûh, Hz. Hûd, Hz. Salîh û Hz. Lût ku
hemû hatine tune kirin, parve kirin. Ey Rebbê min, ji te ra hezar carî þukir
ku te em ji destên van zulimkaran xilas kirin.“
Hz. Sûayb dû vî bêtara
mezin hîna pirr salên din jiya. Xwedê bi hezaran pez û dewar dayê û ew pirr
dewlemend bû. Qîzên wî jî pirr biîman û dawênpak bûn. Piþtî Hz.Sûayb çend
salan sûnde pîr bû û êdî nekaniya sivantiyê bike, qîzên wî karê bavê xwe
berdewam kirin.
|