Nimêj

Nimêj ango nivêj cûnek duayan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin. Nimêj yek ji penc rûknên ola Îslam ê ye û divê kesên bawer rojê pênc nivêjan bikin. Nimêj di dirokê da ji misilmanan ra li þeva Mîraç ê ferz bûye.

 

Curreyên Nimêjê

  • Nimêjên ku ferzin: pênc nimêjên rojîn û nimêja roja inî yê.
  • Nimêjên ku pêwistin / vacibin: Nimêja fitr (sê rikaet nimêja ku piþtî eþayê tê kirin)û nimêjên cejnan
  • Nimêjên ku nafîlene: Nimêjên ku xêçî ferz û vaciban zêde tên kirin

 

Rikatên Nimêjê

Rekat nimêjê de yek rabûn, yek xar bûn û du secdê ra tê gotin.

Dema nimêjê Sunnetên ku belî ferzan tên kirin Ferz Sunnetên ku piþtî ferzan tên kirin Fitr Bi hevre
Sibe 2 2 - - 4
Nîvro 4 4 2 - 10
Piþtî Nivro-Esir 4 4 - - 8
Êvar - 3 2 - 5
Þev 4 4 2 3 13
 

 

Ferzên Nimêjê

Ferzên nimêjê 12 ne. Þeþ ferz bi xwe di dervîyê nimêj da ne û ji vana ra "þertên nimêjê" tên gotin. Þeþê din jî di nav nimêjê dane û navê wan jî "rikûnên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin þindê.

Di gora mezheba Henefî yan þertên nimêjê:

  • bi avê destnimêj girtin yan jî av li xwe kirin
  • paqij kirina gemarîyê li ser bedena xwe, kincên/cilên xwe û þinda nimêj kirinê.
  • por kirina bedena xwe
  • gerê di hêla qibleyê da were nimêj kirin. Qible di hêla xanîyê pîroz Kabe yê li bajarê Mekke yê ye.
  • Her nimêj gerê di dema xwe da were kirin.
  • nêt kirin: Gerê mirov bizanî ku kîjan nimêjê dike û bi dilê xwe bînî bira xwe. Gotina nêtê bi dêv jî kirina Mihemmed Pêxamber e.

 

Rikûnên Nimêjê

  • Bi gotina tekbîr ê dest bi nimêjê kirin
  • Di nimêjê da li ser nigan/piyan sekinîn
  • Li ser piyan hinek Quran a Pîroz xwendin
  • Xwe xwar kirin
  • Secde kirin. Mirov di secdeyê da çokên xwe, herdû destên xwe û enîya xwe didin ser erdê
  • Di dawiya nimêjê da qasî xwendina dûaya "Ettehiyatû" rûniþkandin.
 

 

Tistên Nimêjê Xera Dikin

  • Qise kirin
  • Xwarin yan jî vexwarin
  • Bi dengekî bilind kenandin
  • Ji yêkî din ra silav dan yan jî silava yêkî din girtin
  • Guherandina hêla Qible yê
  • Girandin (lê ji tirsa Xwedê girandin nimêjê xera nake)
  • Bi zanebûn kuxandin (lê bi kuxika dest mirov nîne nimêj xera nabe)
  • Di nimêj da bi karekî din ra mijûl bûyin
  • Pifê tiþtekî kirin
  • Quran a Pîroz xera xwandin
  • Xera bûna destnimêjê
  • Gava di nimêja sibê da roj hil were
  • Bîrva çûn û dîn bûn