|
Mihemmed Pêxember
Hz. Mihemmed
Sela Allah Aleyh We Sellem, (Muhammed bin Abdullah bin Abd al-Muttalib bin
Haþîm bin Abd Manaf al-Qureyþî) di sala 571 da li bajarê Mekkê hatiye dinê û
di sala 632 da jî li Medînê da çûye ser heqîya xwe . Hz. Mihemmed (S.A.W)
pêxemberê Xwedê yê dawîyê ye.
Jîyana Wî
Pêxember Mihemmed (S.A.W) di bajarê Mekkê li Erebistan a Suud ê di sala
fîlan li dû mirina bavê xwe hatîye dinê. Navê bavê wî Abdullah û navê dîya
wî jî Amîne ye. Hz. Mihemmed (S.A.W) ji malbata Haþimî û ji eþira Qureyþîyan
e. Di þeþsaliya xwe de diya wî Amîne dimire û Hz. Mihemmed (S.A.W) diçe ba
bapîrê xwe Abd-ul-Muttalib. Du salan þûnde bapîrê wî jî dimire û Hz.
Mihemmed (S.A.W) diçe mala apê xwe Ebû Talib û bi tev pismamên xwe mezin
dibe. Di zarokatî û xortanîya xwe de Hz. Mihemmed (S.A.W) ji bo eþira xwe bi
salan þivantiyê dike û dû re dibe bazirgan. Tevî zarokatiya xwe a bi zexmet
û sêwîbûn, Hz. Mihemmed (S.A.W) bi durustî û rastî ya xwe dihat naskirin. Bi
vî avayî hîn di xortiya xwe de mîrovan ji wî re "Mihemmed el-Emîn" digotin.
El-Emîn bi Kurdî tê maneya "yê ku mîrov dikanî jê bawer bike, dilsoz".
Xortanî û Destpêka Pêxemberiyê
Di sala 595 an da Hz. Mihemmed (S.A.W) bi jinikeka bî û dewlemend bi nav
Xedice bint Huveylit re , ku 40 salî bû, zewicî. Hz. Xatice rihma xwedê lê
be yêk ji musilmanên yêkemin e û di sala 606 an de keçek bi nav Fatima ji
wan re dibe. Heta ku Hz. Xatice dijiya pêxamberê Xwedê (S.A.W) bi qet jinekî
din re nezewiciye. Dema Hz. Mihemmed (S.A.W) nêzikî 40 salîya xwe dibe, di
jiyana xwe de hinek guherandinan hîs dike. Ji ber vî yekê ji gellê xwe
vediqete û pirraniya dema xwe hundirê þikeftekî de li ser çiyayê Hîra li
nêzikî Mekkê derbaz dike. Bi rojan di wî þikeftê de dimine û li ser jiyana
mirovan mijul dibe. Ji ber ku li wî demê mirovên Mekkê pûtperest bûn. Di 40
salîya xwe de, li çiyayê Hîra yê, wahiya yekemîn ji wî re hat. Wahî ji
ayetên yêkemîn yê sûreta bi nav "Îqra" (bixwîne) pêda dibû û ji hêla Xwedê
da bi wesayîta feriþteh Cibra’îl hatî bû þandin. Cibra’îl milê wî girt û got
„bixwîne!“, ewî (S.A.W) got „ez çi bixwînim?“. Cira’îl car din pirsî, û
Resûlê Ekrem, ew Zatê Muþerref (S.A.W) car din ji serferiþtahê Cinnetê re
got „Ez çi bixwînim?“. Piþtî sê caran Cibra’îl got „Bismîllehî-r-rihmanî-r-rihîm.
Îqra b’îsmî Rebbî-ke `l-lazî xeleqe `l-însene min `elaq…, bi navê Xweda yê
ku meriv ji perçeka ‚xwînê’ çêkiriye“ bixwîne.“ Li ser vî buyerê Hz.
Mihemmed (S.A.W) bi heyecanekî mezin û bi tirs hat mala xwe û ji Hz. Xaticê
xwest ku wî bi cilan por bike. Dû re jî ji Hz. Xaticê re buyera ku hatî bû
serê wî got û ayetên ku ji wî re hatî bûn þandin xwend. Êdî ji Hz. Ebû
Bekir, Hz. Elî û Hz. Zeyd re jî pêxemberiya xwe eþkere kir û hemû bûn
musilman.
Hz. Mihemmed (S.A.W) ji mirovên ku baweriya xwe pê dianî, pêxemberiya xwe ji
pûtperestan dizî neql dikir. Êdî heta sê salan qet wahî ji wî re nehatin.
Piþtî sê salan gava pêxemberê Xwedê (S.A.W) dîsa li þikeftê de bû wahîya
duyemin hat. Îcar wî bi fermana Xwedê pêxemberiya xwe ji mirovan ra eþkere
kir û ji gellê Mekkê xwest ku bi Wî bawer bikin. Di pêþiyê de serokên eþîra
Qureyþê guhê xwe nedan gotinên Hz. Mihemmed (S.A.W) û bi wî yariyê xwe
kirin. Lê Ola Îslamê bi taybetî di nava mirovên belengaz û kolan de roj bi
roj belav û xurt dibû. Li ser vî serokên Qureyþê ji bo xwe ketin telaþê û
dest bi îþkenceyên cûr be cûr kirin. Ji ber ku Îslamiyet dijî pût û rejima
wan dihat, serok û mirovên dewlemend ditirsîyan ku hêzên polîtîkê û
bazirganiyê ji dest wan here. Li bin îþkenceyan jî, Hz. Mihemmed dest ji
doza xwe nekiþand û bi vî awayî Îslam hê çû hê mezin bû. Lê hinek misilman
nikaribûn dijî van zordestiyan hê pirtir berxwedin û mecbûr man ku koç bikin
herin Hebeþistan ê.
Bûyerek mezin ku yê li ser Hz. Mihemmed (S.A.W) tê gotin jî þeva pîroz Mîraç
e. Di vî þevî de Hz. Mihemmed (S.A.W) bi alikarîya Xwedê ji bajarê Mekkê
çûye bajarê Qudis ê mizgefta Mescid î Aqsa yê û li wê derê jî bi tev
feriþtan bûye asîman çûye ba Xwedê. Li ser vî bûyera serokên eþîra Qureyþ Hz.
Mihemmed bi derewan tawanbar kirin û hê dijwartir dijî wî derketin. Êdî
mayîna Pêxember li bajarê Mekkê ne mimkûn bû û biryar da kû ji bajêr derkeve.
Bi vî avayî Hz. Mihemmed (S.A.W) çû Ta’îfê û li wê derê pêxamberiya xwe
eþkere kir. Lê ta’îfiyan bi bin bandora serokên Mekkê heqeret li wî kirin û
ji bajarê xwe derxistin.
Koç Kirin (Hîre)
Êdî Hz.
Mihemmed (S.A.W) biryar da ku bi hemû musilmanan koç bike here bajarê Medîne
(Ewdem navê bajêr „Yesrîb, „yathrib“ bû. Dema Hebîbullah çû wir êdî ji bajar
re gotin „medînet en-nebî, bajarê Pêxember“. Ew nav li Yesrîbê ma û navê wê
bû Medîne, „bajar“.) Ji ber vî yekî bi çend serokên eþîrên Medînê, yên
musilman, dizî hevdîtinek ava kir. Lê di demekî kurt de serokên eþîra Qureyþ
fêrê vî hevdîtinê bûn û ji bo ku Ola Îslamê li bajarên din belav û xurt nebe,
biryar dan ku Hz. Mihemmed (S.A.W) bikujin. Lêbelê Hz. Mihemmed (S.A.W) ev
plana wan bihîst û bi tev heval û apê xwe Hz. Ebû Bekir, Rihma Xwedê lê be,
ji bajarê Mekkê derket. Herdu bi hev re sê rojan di þikefta bi nav Sewr de
xwe veþartin û roja 20 ê Îlon ê sala 622 an gihîþtin nêzikê Medînê gundê
Kûba yê. Li vê derê Hz. Mihemmed (S.A.W) bi tev hevalên xwe yên ji bajarê
Medînê mizgefta yekemîn a Ola Îslam ê çêkir.
Dema Medînê
Yesrîb,
El-Medîne, ewdem di civateke ji Mekkê cûdatir bû. Eþiretên Ews û Xezrec di
þerr de bûn û li wir çend malbatên cihûdan hebûn, wek Benû n-Nadir, Benû
Qureyze û Qeynûqa yên bihêz. Xêncî van li bajêr kesên beriya Hirceyê bibûn
musilman jî hebûn. Ji van re digoten „Yên alîkar, El-Ensar“. Di dawiyê de jî
musilmanên Mekkê, yên beriya Hicreyê hatibûn Medînê, muhacîrûn.
Berî her tiþtî Hezretî Pêxember (S.A.W) eþîrên di þerr de li hev anî. Di
peymana Medînê de her kesên Medîne cîh girtin. Civate Musilmanan “umma” û
civata cihûdan hev û mafên hev naskirin. Li Medîne Xeyber, cîhekî dewlwmend
ket destê musilmanan û hemû cihûd ji Medîne hatin derxistin, ji ber ku ew
neyartî bi musilmaman dikirin.
Resûlallah (S.A.W) sê caran bi Muþrîkên Mekkê re ceng kir. Nêzîkê calên avê,
li Bedrê cengek qewîn cêbû. Musilman serketin û hemû qenîmeta Muþrikan ket
destê wan. Di þerrê Uhudê de musilman perîþan bûn, ji ber ku ew leþkerên bi
tîrkeban ku Resulallah (S.A.W) li sere çiya cîhkiribû û ji wan re goti bû
“Çi dibe bila bibe, ji cîhên xwe neleqin”, dîtin ku wa musilman serdikevin,
cîhên xwe berdan û ber dan leþkerên muþrikan. Lê leþkerên sîwarî Muþrikan
yên xwe veþarti bûn ji cîhên xwe derketin û bi piþt ve li musilmanan xistin.
Musilman di nav her duwan de man û pirr kes brîndar û sehîd ket, wek Hz.
Hemze, Rihma Xwedê lêbe. Diranê Bimbarek ê Resûlê Ekrem (S.A.W) jî di þerr
de þikest. Cengeka din jî li Medînê çêbû. Muþrik ji Mekkê bi rê ketin û
hatin Medîne. Resûlallah (S.A.W) ferman da û got bile li dora bajêr çelên
kûr û fireh werin kolîn ku hespên wan nikaribin ser re bazdin. Herwaha
þerekî girîng çê ne bû û Muþrîk ji birçîbûn û betalbûne para zivirîn.
Musilman pey wan ketin û ew heta dûr ji Medînê teqîb kirin.
Piþtî van cengan, 6 salan piþtî hicreyê Resûlallah (S.A.W) ummeta xwe komkir
û ketin rê ku biçin Mekkê Kabeyê toaf kin, “umre”.Li Hubeydiyê, gundekî
nêzîkê Mekkê Muþrikan rê li wan girtin. Pêxemberê Xwedê (S.A.W) nexwest þerr
çêbe û bi serokên Qureyþiyan peymanek damezirand. Herwiha Qureyþiyan
pêxemberiya wî nepejirand, lê ew wek serokê kesên Medîne û musilmanan qebûl
kirin:
1) Jib o 10 salan çekberdan, qedandina cengê.
2) Ewlehiya musilmanên ku wê werin Mekkê an baþûr jib o bazirganî an toaf û
Hecc.
3) Ewlehiya Qureyþiyên wê biçin bakûr.
4) Kolên ku bê destûra xwediyên xwe ji Mekkê werin Medînê wê para biþînin.
5) Sala peymanê kes ji Medînê naçe Mekkê, li di salên dû re Musilmanê
bikaribin biçin Mekkê jib o Hecc û Umre.
Dema salên peymanê Resûlallah (S.A.W) çû Mekkê Leþkerên bi hêz wek Xalid bin
Welîd û Amr bin As û pirr kesên bi nav û deng û dewlemend hatin der riya
rast. Di riya standina Mekkê de êdî tiþtek ne mabû. Du sal piþt peymanê Hz.
Mihemmed (S.A.W) bajarê Mekkê bê þerr ji Muþrikan stand. Resûlallah (S.A.W)
Pûtên Kabê bi destê xwe hilþand.
Bi kesên derdorê Mekkê re cengek çêbû. Di wê cengê de musilman bi dijwariyê
serketin. Hin pûtên mezin li wan deran jî hatin hilweþandin.
Di sala 632 an de Resûlallah (S.A.W) ziyareta dawiyê li Mekkê kir. Li wir di
Xutba xwe ya dawiyê de ji Ummeta Îslamê re nesîhet kir. Got “ Musilman
birayê musilman e, ji hev re zulmê nekin, mafên birayên xwe ji wan negrin.
Muheqqeq hûnê bigihîjin Xwedayê xwe. Ewê jî hemû kirinên we ji we bipirse. “
Ewsal çû ber Rihma Xwedê.
|