|
Mihemmed Pêxember
Hz. Mihemmed
Sela Allah Aleyh We Sellem, (Muhammed bin Abdullah bin Abd al-Muttalib bin
Haþîm bin Abd Manaf al-Qureyþî) di sala 571 da li bajarê Mekkê hatiye dinê û
di sala 632 da jî li Medînê da çûye ser heqîya xwe . Hz. Mihemmed (S.A.W)
pêxemberê Xwedê yê dawîyê ye.
Gotînên Mihemmed Pêxember (Hedîs)
1- Pêxember
(s.a.a.) kerem kirîye: “ Dema mesele ji bona hewe wek þevên tarî û zulmet lê
hatin, vêca xwe bi Qur’anê bigirin; çiku bi rastî ew mehderkareke ku mehdera
wê hatîye qebûlkirin û arîkareke ku duristîya wê kifþe ye. Ew kesê ewê bo
xwe bike pêþkar wê ewî bibe bihiþtê û ewê Qur’anê dayne piþ xwe, wê ewî bi
alîyê dojê ve bajo.”
Newadira Rawendî, r. 21
2- Pêxember
(s.a.a.): “Xwe bi Qur’anê bigirin, vêca ewê ji bona xwe bikin imam û pêþkar.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 4029
3- Pêxember
(s.a.a.): “Seratîya Qur’anê li ser axiftinên dî wek seratîya Xuda ye digel
ser mexlûqê wî.”
Bihar, c.92, r.19
4- Pêxember
(s.a.a.): Qur’an dewlemendîyek e ku ser wê ra dewlemendî nîne û paþ hebûna
wê hêdî feqîretî nîne.” Bihar, c.92,
r.19
5-
Pêxember (s.a.a.): “Ew kesê
Qur’an jê re bê dayîn û goman bikê tiþtek mezintir ji wê hatîye danîn bo
kesek dî, bi heqîqet, ew ya piçûk mezin girtîye û ya mezin piçûk hasab
kirîye.” Me’anî el-Exbar, r.279
6-
Pêxember (s.a.a.): “Kesê
zanîna yên ewil û axir bivê bila llêkolînên li Qur’anê da bikê (û bi bîr û
hizr berê xwe bidê).” Kenz ul-‘Ummal,
hedîs 2454
7-
Pêxember (s.a.a.): “Qencên
hewe ew in yên Qur’anê fêr dibin û Qur’anê hînê xelkê dikin.”
Bihar, c.92, r.186
8-
Pêxember (s.a.a.): “Kesê
Qur’anê bixûne, jê ra tê gotinê: “Bixûne û bilind bibe, bi –tertîl- bixûne
wek çawa te li dinyayê bi –tertîl- dixwenda, cîhê te li bal wê ayeta paþî
ye ewa te dixwenda.” Kenz ul-‘Ummal,
hedîs 2330
9-
Pêxember (s.a.a.): “Hîn bibin
xendina Qur’anê û ewê pir bixûnin.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2368
10-
Pêxember (s.a.a.): “Ewê kesekî
bi’elimîne Qur’anê ew dibe mezinê wî, bi xwe çênabe xwe ewî tenê bihêle û
xwe ser wî ra bigire.” Kenz ul-‘Ummal,
hedîs 2382
11-
Pêxember (s.a.a.): Kesê Xuda
jiberkirina kitêba xwe kiribe behra wî vêca ew goman bike tiþtek ji ya wî
seratir dest kesekî ketîye, bê þik nîmeta mezintir kên kirîye.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2317
12-
Pêxember (s.a.a.): “Ewê hinek
ji Qur’anê li dilê wî da nebe, ew wek mala xirab e.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2478
13-
Pêxember (s.a.a.): “Çiqa xirab
e, kesek ji hewe bêje: “Min filan û bêhvan ayet ji ber kir. Ne, belkî ew
hatîye jiberkirin. Qur’anê bînin bîra xwe, vêca ez bi wî kim ewê canê min di
destê wî da derketina Qur’anê ji dilê zilaman dijwartir e û bi zehmettir e
ji derketina devan ji kabkê wan.” Kenz
ul-‘Ummal, hedîs 2850
14-
Pêxember (s.a.a.): “Ragirên Qur’anê li ber rehmeta Xuda ne û nûra ilahê
hatine nixûmandin.”
Xisal, r.7
15-
Pêxember (s.a.a.): “Eþraf û
mezinên ummeta min hafizên Qur’anê û hogirên þevê ne (ehlê tehecudan).”
Cam’i el-Exbar, r.115
16-
Pêxember (s.a.a.): “Bi rastî
hafizên Qur’anê ji her kesî musteheqtir e ku xef û eþkera j Xuda bitirse, û
musteheqtirîn kes ji bona ragirtina nimêj û rojîgirtinê jî her hafizên
Qur’anê ne.”
Kafî, c.2,
r.604
17-
Pêxember (s.a.a.): “Ne layîqê
hevalê Qur’anê ye ku tondîyê bie li barenberê kesê digel wî tondî kirî, ew
kesê kelamê Xudê li dilê wî da çênabe bersiva cahilan bi cahilî bide.”
Kenz ul-‘Ummal,
hedîs 2347
18-
Pêxember (s.a.a.): “Dema kesek
ji hewe hez kir digel Xudayê xwe biaxive bila Qur’anê bixûne.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2257
19-
Pêxember (s.a.a.): “Bi rastî
çawa hesin jeng digirin dil jî jengu dibin.” Pirsîn, gotin: “Ey Pêxemberê
Xwed, jenga wê çawa jê tê birin?” Fermû: “Pê xwendina Qur’anê.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2441
20-
Pêxember (s.a.a.): “Muheqeq
Qur’anêbixûne; çiku xendina Qur’anê kefareta goneha ye û paraztina ji agir û
êmin bona ‘ezab e.” Bihar, c.92, r,17
21-
Pêxember (s.a.a.): “Ey ewladê
min! Xafil nebe ji xwendina; çik bi rastî Qur’an dik dijîne û nehyê dike ji
pîsatî û ne hez û zilmê.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 4032
22-
Pêxember (s.a.a.): “Her
tistekî xemlek heye û xemla Qur’anê jî dengê xweþ e.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2768
23-
Ji Pêxember (s.a.a.) pirsiyar
kirin: “Xwesþdengtirîn kes bo xwendina Qur’anê çi kes e?” Kerem kir: “Ew e
yê dema tu dengê xwendina wî goh lê bibî pê biheshên ku bi rastî ji Xudê
ditirse.”
Bihar, c.92,
r.190
24-
Pêxember (s.a.a.): “Qur’anê bi
xwem bixûnin; çiku bi wê pêkê nazil bûye.”
Kenz ul-‘Ummal,
hedîs 2777
25-
Dema ji Pêxember (s.a.a.)
pirsiyar kirin: “ Qiraeta kî ji hemîyan xweþtir e?” Kerem kir: “Ewê dema tu
xwendina wî goh lê dibî, tu dibînî bi rastî ji Xuda ditirshê.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 4143
26-
Pêxember (s.a.a.): “Hene ew
qur’anxûnên Qur’an l’enetê li wan dike.”
Bihar, c.92, r.184
27-
Pêxember (s.a.a.): “Tu hingê
qur’anxûnî ku (ji bê emrî yên wê) bêy paþnedan, eger te nede paþ, tu ne
qur’anxûnî.”
Serha Nehc ul-Belaxe
ya Ibnê Hedîd, c.10, r.23
28-
Pêxember (s.a.a.): “Di dojê da
aþek ji hesin heye ku serî qarî û ‘alimên gonehkar dihêre.”ÞCam’i
ul-Exbar, r.120
29-
Pêxember (s.a.a.): “Bizanin
heyhê! Kesê xudaxwaz be bila goh bide kelamê Xudê.”
Cam’i ul-Exbar,
r.120
30-
Pêxember (s.a.a.): “Kesê li
ayetek ya kitêba Xudê goh ragirê ji wî ra çend beraber xêr tên nivîsîn, û
kesê ayetek ya kitêba Xudê bixûne wê roja qîyametê ewê jê ra bike ronahîyek.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2472
31-
Pêxember (s.a.a.): “Xweda
gotîye: “Bawerî bi min ne anîye ewê bi raya xwe gotina min tefsîr bike.”
Kenz ul-‘Ummal, hedîs 2316
32-
Pêxember (s.a.a.): “Ji bona
ummeta xwe paþ xwe tirsa min pitir ji wî kesî ye ewê Qur’anê ne li cîhê wê
da (ne durist) tewîl bike.” Munyet ul-Murîd,
369
|