Azraîl

Azraîl yek ji çar melekên mezin e. Di gora ola Îslam ê Azraîl di hêla Xwedê da bi kuþtina mirovan hatiye wezîfe kirin. Lêbelê navê vî meleka mezin di Quran ê da û di hadîsên Mihemmed Pêxamber da ne Azraîl e. Ji wî ra "melekû´l - mevt" yanê "meleka mirinê" tê gotin. Di Quran ê da ji bona Azraîl aha tê gotin: "Ew melekê mirinê, ku yê ji bona we hatîye wezîfe kirin, gerê canê we bigire û dûra jî hûn li ba Xwedê yê xwe da bêne zivirandinê." (Sûreya Secde: 32/11)

Ji bona girtina rihê her mirovekî melekek heye û Azraîl jî serokê van melekan e. Di Quran ê da aha derbaz dibe: " Paþê danê mirina yekî ji we hatî be saîyên me canê wî digirin û ewna di wezîfa xwe da qet tu kêmasiyekî nakin." (Sûreya El-En'am: 6/61)

Cebraîl

Cebraîl (erebî: جبريل) navê yek ji çar melekên mezin e û di gora ola Îslam ê Cebraîl ji pêxamberan ra wahîya Xwedê tinî. Di Quran ê da navê Cebraîl di çend ayetan da derbaz dibî û ji wî ra Ruhil Qudis, Ruhu’l-Emîn, Ruh û Resûl jî tê gotin. Cebraîl melekekî bi hêz, serkeftî û zana ye. Li ba Xwedê li cîhekî bilind da ye û serokê pirr melekên din e. Di Quran a Pîroz da ji bona Cebraîl ra aha tê gotin: "Û kê bibe neyarê Xwedê û melekên wî û pêxamberên wî û Cebraîl û Mikaîl, bira bizane ku bi rastî Xwedê jî neyarê xudanenasa ne." ( Beqere: 2/98)

Mikaîl

Mikaîl yek ji çar melekên mezin e. Peyva "Mikaîl" bi kurdî tê wateya/mana "Qûlê piçûk û hêja yê Xwedê". Di gora ola Îslam ê melekê Mikaîl bi destûra Xwedê hemû karên gerdûnê bi rêve dibe. Ew hettanî roja dawîyê yê dinê bi karê gerdûnê hatiye vatinandin. Navê Mikaîl tenê yek carekî di Quran ê da derbaz dibe: "Û kê bibe neyarê Xwedê û melekên wî û pêxamberên wî û Cebraîl û Mikaîl, bira bizane ku bi rastî Xwedê jî neyarê xudanenasa ne." ( Beqere: 2/98)

Îsrafîl

Îsrafil yek ji çar melekên mezin e. Di gora ola Îslam ê Îsrafil di roja qiyametê da bi destûra Xwedê pifê sûrê yan jî lûleyê dike. Hz. Mihemmed Pêxamber di hadîsekî xwe da ji Îsrafil ra "sahib - i karn" yanê xudiyê sûrê, xudiyê lûlê gotiye. Di roja dawiyê Îsrafil du caran pifê sûrê dike.

Bi pif kirina yekemin, hemû tiþt di ezmîn û zemîn da tune dibin. Di Quran ê da aha tê gotin: " Êdî gava ku di Sturî da bi carekî tenê tê pif kirin ê, zemîn û çiya tên ra kirin û bi yek carekî li hev dikevin." (Sûreya Haqqe: 69/13,14)

Lê bi pif kirina duyemîn, hemû mirov disa zindî dibin û bi hev ra li derekî bi nav "Mahþer" li ba Xwedê kom dibim. Li ser vî bûyera jî Quran aha dibêjî: " Gava ku di Stur ê da tê pif kirinê. Êdî ew ji goran derketine û li ba Xwedê yê xwe da lez dikin. " (Sûreya Yasîn: 36/51)