Hz. Ebûbekir

Hz. Ebûbekir di sala 571 da li bajarê Mekke'yê hatîye dine. Navê dîya wî Ümmü'l-Hayr Selma, navê bavê wî Ebû Kuhafe Osman'e. Ji eþîran Teym e. Mirovek dewlemend bûye. Pîþtî dibe musluman dewlemendîya ji bo îslamê bikartîne. 1. xelîfeyê ola îslamê ye(632-634). Piþtî wefata Hz. Mihemed ew dibe xelîfe.

Bi pejirandina wî a ola îslmê gelek kesên navdar di bin bandora wî da dimîne û dibin musluman. Ji bo ku ola îslamê di nav erebanda belav bibe di nav hewildanên gelek mezin da bû.bi tevahî 2 sal û 3 meh xelîfetî kir.

Piþtî wefat dike li kêleka Hz. Mihemed da tê binax kirin.

 

Hz. Elî

(Milâdi 598) li Mekke yê tê dinê, him pismam (lawê Ebû Talib ê apê) û him jî zavayê (mêrê Fatma ya keça) Hz. Mihemed e. Li cem wî mezin bûyî û yekemîn kesên ku berê bi pêxamberîya Hz. Mihemed ra bîad kirîye ew e, di nav 12 Îmaman da Îmamê 1.e.

Wek serleþkerîkî belavbûyîna ola îslamê da ristek girîng lîstîye û tev li hemû (bê þerê Tebûk ê) þeran bûyî, ji xwe ji ber van sedeman wek þêrên Xwedê an jî Þûrên îslamê tê nasîn.

Piþtî kuþtina Xelîfeyê 3. Hz. Osman ew dibe xelîfe( 656 -661 ). Bi tevahî 4 sal 9 meha li ser hev xîlafetî kir. Dema xeîfetîya wî mirov dikare bibêje bi þerê navxwûyî derbaz dibe. Þerên wê dewrê

  1. Sherê Cemel (di navbera wî û Muavîye û Zubeyr da dibe)
  2. Sherê Siffin (di navbera wî û Muavîye da dibe)
  3. Sherê Nehrevan (di navbera wî û Haricîyan da dibe)

Di 63 salîya xwe da li bajarê Kufê dema nimija sibe pêk dianî di mizgeftê da hêla Harîcîyan da tê kuþtin.

 

Hz. Omer

Navê bavê wî Hattab b. Nüfeyl, navê dîya wî Hanteme'ye û ji Kûreyþîyane.

2. xelîfeye ola îslamê ye (634-644). Piþtî Hz. Ebûbekir ew dibe xelîfe û nav oldarên îslaman da wek xelîfeye herî bidad tê nasîn.

Cara yekemîn di dema wî da walî û Qadî ji hev cuda tê tayîn kirin. Salnameya Hîcrî wek salnameyek fermî tê pejirandin.

Dîsa dema wîda welatên mîna Iraq, Îran, Horasan, Surî, Filîstin û Misir muslumantîye dipejirîne û dikeve bin ala îslamê.

 

Hz. Osman

Bi Rukîya keça Hz. Mihemed ra zewicîye.

3. xelîfeyê ola îslamê ye. Piþtî Hz. Omer dibe xelîfe (644-656).

Dema hatina vahîyan da ji Hz. Mihemed ra nivîsvanîye dike, û hemû wahîyên jiber dike. Dema xelîfetîya xwe da Qur'an a Kerîm wek pirtûk berhev dike û dide belavkirin.

Wexta wî da dîsa þerê belavbuyîna ola Îslamê didome.Þervanên muslumanan ber bi îranê û Kafkasan terê, Qibris tê girtin, li himber bîzansan gelek þer tê kirin