Bêje Elhemdulilleh

- Yîhuu!
- Ha? Ew çi ye, lawo?
- Ma 'yîhu' ye?
- Belê, min fehm nekir.
- 'Yîhu', ango dengê bextiyarî ye...
- Off, ew dengê çiqas nexweþ e. Dengê her rewþê 'elhamdulîlleh' e
- Elhamdulîlleh?
- Belê, elhamdulîlleh...

...

Jibo çûnê bihûþtê
Bêje Elhamdulîlleh
Lawo, paþê her tiþtê
Bêje Elhamdulîlleh

Bextiyarîye Wî da
Dixwaze ji me keda
Belê, navê Wi Xweda
Bêje Elhamdulîlleh

Lê hay bibe wî carê
Li ku ye bincê darê
Ger nanê Xweda xware
Bêje Elhamdulîlleh

Bavêje hêrs û kînê
Ewe, j'te re mizgînê
Ger dilê te xemgîn e
Bêje Elhamdulîlleh

Lawo naweste ziman
Kuta bû, nema zeman
Jibo xwestînê eman
Bêje Elhamdulîlleh

Bastanê pêxemberê
Li cihanê rêberê
Jibo me fermanberê
Bêje Elhamdulîlleh

Brifkanî Lawkêxizir

 

Birînkûr

Naxwazim wî rê
Naxwazim bila dûr nebe
Were, êê niþtimanê þîrîn
Were, geþ bike wî birîn
Birînkûr
Gelek dûr
Rêyê dayê


Ketim destê xwînxwarê
Wez nexweþim li wî warê
Were dayê
Ziwa bike hêstirên min
Berîya destê te dikim
Ku li ser birîna min
Birîn kûr
Gelek dûr
Rêyê dayê

Benda te me
Nayî
Kor bibim
Nebînim rêya vala
Kerr bibim
Gûh nedim dengê bêdengê
Were, vebikere çav û guhê min
Were dayê
Gelek zore kiþandinê wî birîn
Birîn kûr
Gelek dûr
Rêyê dayê
Were


Brifkanî Lawkêxizir

 

Bizane Dijminên Xwe

Piþtê xwe nede ji Xwedanenasan re
Ew him Xweda me nas nakin
Him jî dilê me
Him nizanin dilovanî
Him jî benda dilovanî ne

Di rastî de
Min got ji te re ku
Ew dibêje ji te re xuyayê bi menfeatê þaxsî
Ew nelefînin birînên te
Ew ne dostê te

Biparaste xwe jî dijminên xwe
Azadîya te negire di dilê te de
Ger tu digirî azadê di dilê te de wek þîrekê birîndar
Ew dîsa te parçe dike

Jibir neke
Dijminên te bitenê Xwedanenasan in
Nijadê we ne giring e
Dijmin herdem dijmin e
 

Brifkanî Lawkêxizir

 

Bûm Xalo

Bûm xalo, ezê, bibim kalo
îro saxê, sibê, bibim axê
Can þîrîne, dîsa, tê mirînê
Dem kuta, demê, exir heta

Oy...
Emê vebigerin ji Xweda re
Dîsa axe, warê me lê yarê
Bawer neke neyarê
Ew dijminin, dilxware
Dojeh ne sare
Lê yarê

Brifkanî Lawkêxizir

 

Çavzeytûn û Lêvsora Min

Min te hez kir
Dibînim çavên te binêre bi hêstirê, di her þewê de
Ez qurbana xwedîya çavê te me
Lê xatûn
Bi çavzeytûn
Dimirim ger nabînim çavê te biþewutîne dilê min

Min te hez kir
Dibîhîstim lêva te bibêje navê min, di her þewê de
Ez berîya her gotînê bêjinê lêva te dikim
Lê agirkor
Bi lêvsor
Digirim ger nabîhîstim lêva te bang bike dilê min

Were
Doþeka min bê te ye
Binêre çavê min bi çavê te
Bibêje 'hez dikim' bi lêva te

Çavzeytûna min
Lêvsora min
Were
Ya min bibe

Brifkanî Lawkêxizir

 

Çima

Ger can þekir û þîrîn
Ger naxwazin bigirîn
Ger zore ax û qirîn
Çima hûn bawer nakin

Brifkanî Lawkêxizir
 

 

Çûçik

Jiyanê bêbextê min
Xelas bûye wextê min
Mêze bikê textê min
Nivis nîne, sal nîne

Çûçik were rûniþte
Du çavên dilêm’ kuþte
Kerem ke min biþûþte
Xendek nîne, çal nîne

Çûçik tu dostî, çaþî?
An tu bihêrî, haþî?
Napirse ji m’re baþî?
Derman nîne, hal nîne

Çûçik bêje çirokan
Bo sibêyan, duhokan
Min heye du zarokan
Lê pesn nîne, bal nîne

Çûçik tune hewþa min
Mêze neke tewþa min
Lê xirabe rewþa min
Efsûn nîne, fal nîne

Çûçik asûn xuyaye
Soz nede bi riyayê
Ez tenê’m li çiyayê
Teþe nîne, gal nîne

Çûçik tune rêderê
Lefandê min kederê
Bêje biçim kuderê?
Xanî nîne, mal nîne

Çûçik cihê min zira
Carek dîn were vira
Ne xwiþk heye nej’ bira
Xaltî nîne, xal nîne

Brifkanî Lawkêxizir
 

 

Dayê Diçim Çiyayê

Dayê...

Wextê min hat.
Xemgîn nebe.
Ez qurbana xwedîya her dilopa hêstirên te me.
Der dikevim çiyayê gundê me.

Çiya dilsoze,
Çiya tebatkare,
Çiya dilovane,
Paþila xwe jî heye li çiyayê...
Wek te dayê...

Ezê agirek vê bixim li ser çiyayê di her þewê de.
Ger tu dibînî agirê min, fireh bibe, ez baþim.
Ger nabînî;
An ez cem te me,
An jî mirî me.

Lê, xem nexwe...
Ez te hez dikim,
Him di cem te de...
Him jî di mirîn de...

Ez te hez dikim dayê...

Brifkanî Lawkêxizir
 

 

Demê Gul Naye

Wî hal xuyaye
Demê gul naye
Wer’ ba min dayê
Demê gul naye

Ne serfirazim
Ne j’ belengazim
Tiþtek dixwazim
Demê gul naye

Çavên min Çare
Nabînim yarê
Îþew çi sare
Demê gul naye

Rêyam dirêje
Serê m,in geje
Bêje dost bêje
Demê gul naye

Brifkanî Lawkêxizir

 

Dilxwazê Te Me

Jar û bêhalim benda me
Were ez dilxwazê te me
Li warê sitem, wenda me
Were, ez dilxwazê te me

Li çirgê ez bûmê cehê
Li esmanê bûmê cihê
Bin rojê ez bûmê sihê
Were, ez dilxwazê te me

Min te pirs ji gîyayê re
Pirs ji berfa çiyayê re
Ji her bavû her dayê re
Were, ez dilxwazê te me

Derîya min venakirim
Ji bir kir rastê, sozzirim
Ger nayî, ezê bimirim
Were, ez dilxwazê te me

Brifkanî Lawkêxizir

 

Dilzinar

Min lê xist li ser çiyayê evîna min
Par ve kir her pirîskê wî
Bi eylo û bazan
Evîna min ê
Te gotiye bêbiha ye

Li ser zinaran
Heye bû çinaran

Ewe
Dilê min wek wî çinar e
Ya te wek zinare
Ê dilzinar

Neye li vir
Nabêje navê min
Li ser wî çiyayê
Pê nexepe xuyayê
Li vir
Tutiþt ne xiniz e wek dilê te

Ê dilzinar
Ê çavhinar
Here
Nenêre ji min re bi wî çavê soran

Brifkanî Lawkêxizir

 

Ê Dermano

Ê dermano
Were, em bê te mano

Ê dostê dîno
Were, em bê te jîno

Wî kul çiqas xirabe
Ka, tu jî rabe

Herin warê me
Çiye lo karê me

Binêre, mirin zu tê
Bi mirin, þad bûn ez u te

Brifkanî Lawkêxizir

 

Ê Mihemed

Ê Mihemed, li çiyayê em bûn bêdarin
Di deþta de tu bûyî aramê sîdarin
Bide destê te me, bike me jî berxûdarin
Ê Mihemed, bêje, li ku derî?

Ê Mihemed, ji derdê te ketimê tarî
Min stiran û dinal çê kir bi ax û zarê
Zû bibe ê Hebibullah baran dibare
Ê Mihemed, bêje, li ku derî?

Mêze bike halê min, ketimê destê neyaran...
Mala min xirab bûyê...
Wenda bûyê, baw û day û zarokan...
Êêê, derdikevim ji rêya rastê, hawarê...
Êêê, dinyayê, bawer nakim hebûna te yê daîmê...
Tu xainî, lê nexe serê min, bese dinyayê...
Ê Mihemed, bêje ji min re, ji kerema xwe...
Bêje ji min re, ji kerema xwe, bi eþqa Xweda yê...
Li ku derî?
Li ku derî?
Emaaan...

Brifkanî Lawkêxizir

 

Evîndar Ezim

Þer ezim, bê dengî tu...
Deþt ezim, bi avî tu...
Gêj ezim, hiþmendî tu...
Ger evîn, þer kirine di germa deþtê de bi sergêjî...
Evîndar ezim, bê evînî tu...

Brifkanî Lawkêxizir

 

Ez Nabînim

Kanî dostê dermanê dil
Ez nabînim, ez nabînim
Ne hatîye fermanê gul
Ez nabînim, ez nabînim

Bêje dostê min rast kê ye
Dilê min de kevir heye
Her du çavê min kor bûye
Ez nabînim, ez nabînim

Brifkanî Lawkêxizir

 

Gêjim

Sibê heya evarê
Benda te me lê yarê

Were destêm' bigire
Þewat, ew çi agire

Dilê min fena birîn
Bi þîn û bi girîn

Çûçik nabêje awaz
Ew jî wek te dike naz

Hiþ nema li serê min
Wa tûne reberê min

Vira bê te xirabe
Were dilêm' ka rabe

Diþewitîm li sarê
Tenê me li wî warê

Hezar caran dibêjim
Were bê te ez gêjim

Brifkanî Lawkêxizir

 

Gulek Heye

Gûlek heye li jiyanê min
Nizanim ku ew çima stiranek dibêje
Nizanim ku navê stiranê çima bergeran e
Û
Nizanim ku ez çima nizanim

Min go 'Hey! Gûla deryayen!
Tu çima tenê yi nava zûlimkirin?
Tu çima dibêje stranê ku navê wî bergeran e?
Û
Ez çima nizanim? '

Derdê me di agirê de
Agir germ e, agiê zûlimkir e, agir dijmîn e
Çima tu hez nakî zivistanin?
Ew gelek dilovan e mina þewa tenê mîna te ye
Halê me periþan e jibo hez bikin havîn û bihar

ji payîz û zivistan, tîre
Biharan me êvindar dikin, em nizanin
Havînan me diþewitînin li rêya wî evinê
Em nizanin hîna
Û
Em eaz dikin havîn û bihar hîna

Xeber hat ji gunda me
Berfîn, bukek bûye mina teyê
Kulilkin, xeylaz bûye mina rojê
Û hespê reþê ku tu pir hez dikin, miriyaye
Wek pîrek

Eve, niha bergeranek bêje, êê gûla dermankar
Eve, niha bigîre jibo me
Brifkanî ye, guh bide bermayî
Bêje

Brifkanî Lawkêxizir

 

Keser Bû Þadî

Li ser seran serek heye
Li dilê keserek heye

Hatim malê bi girînê
Dît gûlek bi dilþirînê

Lal bûye tew zimanê min
Wek þewatek bû canê min

Min go 'Xweda, ew çi þadî
Spas ku dîsa derd nadî'

Brifkanî Lawkêxizir

 

Kevokê

Serçavan
Bi xêr hatî dilê min
Li her gavê
Dilêm' bê avê
Bi xêr hatî dilê min
Êê, avê dilê min

Bibêje ê kevok
Çîrok
û
Dîrok
Ser sîngê min agir heye
Êê dilfiroþ
wî xiroþ
Çi xoþ
Bibêje ê kevok
Hiþ nebe

Ez feqî me
Tu heqî

Ez derî me
Tu serî

Nehere
Binêre
Û Bimîne ba min, her dem
Ez tenê me bê te
Were
Dilê min
Ê kevok

Brifkanî Lawkêxizir

 

Lê Belê Ditirsim

Rabûm ji xewa min hewal, çavê min dît çavê te
Ez te hez dikim lê belê ditirsim ji bavê te

Bêdar bûm, bêhal bûm, gêj bûm, Mecnûn bûm ji eþqa te
Ez te hez dikim lê belê ditirsim ji xwiþka te

Brifkanî Lawkêxizir

 

Min Berîya Te Kirîye

Berîya te ket dilê min
Min berîya te kirîye
Vemiryan hemû gulê min
Min berîya te kirîye

Dostê berxê bê te gur bû
Tew rêyan ji min re dûr bû
Birînamin geþ û kûr bû
Min berîya te kirîye

Were ba min, mam bê yarê
Nema sosîn, nema darê
Xwînxwaran xwînamin xware
Min berîya te kirîye

Þew tarî ye, dilêm’ reþ e
Bê dermanê te nexweþ e
Peyvan te tê çiqa xweþ e
Min berîya te kirîye

Ji zimanêm’ nayin zaran
Bende mam salê hezaran
Digîrim bi axûzaran
Min berîya te kirîye

Min berîya te kirîye
Min berîya te kirîye
Benda te me þew û rojan
Were dilêm’ vekirîye

Brifkanî Lawkêxizir

 

Navê min Brifkanî ye

Navê min Brifkanî ye
Derdê min mezîne
Evinam hezîne
Mina Mem û Zînê

Karê min nivisandinê helbestê
Lê bawerim, ez ne karê helbestên min im
Ez evindarim ji te re, hevbajarê delala minê
Sevdigûl

Paþnavê min Lawkêxizir e
Bavê min nizane
Dilê min dizane
Lawkê minê bizane

Armanca min roj bûne di ezmanê de
Lê bawerim ez ne armanca roj û ezmanim
Ez evindarim ji te re hevbajarê delala minê
Gûlbeyaz

Navlekê min Berxwedan e
Halê min perîþan
Bermayî nîne þan
Dikuþte min êþan

Çavên min çavên yar dibînin bitenê
Lê bawerim çavên yar roniya çavên min nabînin
Ez evindarim ji te re hevbajarê delala minê
Yazgûlu

Brifkanî Lawkêxizir

 

Neke Xwe Firotîye

Ger dixwazim bifroþim jîyanê min
Xwedê dilêm’ neke xwe firotîye
Bistîne di rêya Te de canê min
Xwedê dilêm’ neke xwe firotîye

Dizanim ku Tu dipirsî “te çi kir”
Dem xirab e, ne baw heye ne j’ zikir
Ger dikevim, destê yarê zulumkir
Xwedê dilêm’ neke xwe firotîye

Brifkanî Lawkêxizir

 

Qet Nabim Terorparêz

Qet Nabim Terorparêz
Qet Nabim Terorparêz
...
Çima? Jiber...

Dilê min tim bi dilovanî
Nikarim bombe bikim xanî

Râya min hey, rêya Xweda
Nikarim bistînim canê Wî da

Zarokan nebêjin ax dayê
Xwîna wan bernedin xuyayê

Jînin nemînin bê mîro
Sibe jî bibin þad wek îro

ZIMANÊ MIN BI DENG NÎNO
ZIMANÊ MIN HEY DILÊ DÎNO
MILETÊ MIN BI RENG NÎNE
MILETÊ MIN HEY GELÊ DÎNE

Brifkanî Lawkêxizir

 

Tu Minî

Li her goþeya mezelamin
Li her mezela malamin
Li her mala kolanê min
Li her kolanê bajarê min
Û
Li her bajarê niþtimanê min
Tûne buyî
Min fehm kir êdî
Tu ne li cihekî
Tu cihekî
Tu her goþeya niþtimanî
Tu rojî ku þewqa xwe naye bibîne
Tu þewqa rojî
Tu tûnî
Lê heyî
Tu li bajarê dilê minî
Tu þewqa dilê minî

Wey lo!
Çiqas gêjim
Tu minî...
Belê, minî...

Brifkanî Lawkêxizir

 

Xubarê Derîya Min

Ew çend sal bû
Venegeryayî
Derîya min bi xubare hîna
Kes derbas nekir

Ê daristanê bê darê
Çiqas zore man li wî warê
Bê te yarê

Qur'en dicwînim li serê her rojê
Her dem te dixwezim ji Xweda
Zimanê min vestiyaye
Qur'enê min vestiyaye

Tu ne vestiyayî

Bese
Vebigere
Bifirîne xubarê derîya min

Brifkanî Lawkêxizir

 

Ya Mihemmed (Hez Bike Me)

Ya Mihemmed
Em
Serbilindin bi te
Sergêjin bê te

Hiþ naye serê me
Berîya te dikin
Destê me dûr ket ji karê
Çavê me dûr ket ji yarê

Bitenê te
Bitenê te difikirîn

Ya Mihemmed
Tu pêxemberê her tiþtî li wî alemê
Tu rêberê me
Tu gulê me

Em berîya te dikin
Navê te dibêjin paþiyê her nimêja xwe
U þefaatê te dixwazin ji Xweda me
Ji kerema xwe
Tu jî

Hez bike me...

Brifkanî Lawkêxizir

 

Yarê

Kul bû her goþeya dilê
Kûr bû her cihê wî kulê
Çawa venemire gulê
Yarê

Te got evîn evîndar bûm
Jibo evîn birîndar bûm
Her tiþtêm çû, ez bêdar bûm
Yarê

Ger dixwazî ez bimirim
Were bikuþte, li virim
Êdî, ez ax û kevirim
Yarê

Li dinalan sozû sazim
Li çûçikan ez awazim
Lê ji te tiþtek naxwazim
Yarê

Min dostek heye, ne tuyî
Bê slaw û xeber, çûyî
Bang ne kir, ne got li kuyî
Yarê

Birîndarim, ax dibêjim
Evîndarim, bi ser gêjim
Kulkeþ û dîn û denbêjim
Yarê

Çavên min nabîne kore
Wî teneyî çiqas zore
Xwîna min reþ bû, ne sore
Yarê

Brifkanî me, xem xware
Bê zimanim, wek diwarê
Karêm nema li wî warê
Yarê

Brifkanî Lawkêxizir