Çîroka Qabîl û
Habîl li Gora Qur'anê
Xwedê pêxamber
Adem û jina wî yî Hewa li cennetê havit der û þand serê erdê. Ewna serê
erdê bûn cotkar. Ji cihîþtina cennetê vir da, ewna qet carekî bi tevahî
dilxweþ nebûn. Pirr caran xwerina wan tune bû, ji ber ku herema ew tê da
dijîyan, pirr berdan nebû; erdê zevîyan neberdanû û karê wan jî pirr çetin
û. Jiyîna wan gellekî dijwar bû. Gerek wan erdê zevîyên xwe bi xwe cot
bikirana, genim bajotana û biçinyana. Ne tevir ne jî hewcarê wan hebû.
Gerek wan hacetên xwe yên girîng bi xwe çê bikirana. Wî demê ser dinê pirr
darê mezin, çîyayên bilind û zaxor û kaþên xeter hebûn. Ji her alîyê mîrov
dengê heywanên wexþ ku li daristanê dijîyan dibihîst. Hz. Adem û Hewa
hundirê þikeftekî da li ser çîyayekî bilind rûdiniþtin. Lêbelê wana
þikeftê da jî mîna cenneta Xwedê emîntî û dilxweþî nedît. Ji bo parîkî nan
bi saetan kar dikirin. Pirr caran dema cennetê dahat bîra wan û ewna pir
xemgîn dibûn.
Bi vî avayî
pir sal hatin û çûn. Wana tim û tim Xwedê ra dûa dikirin ku bila Ew guneyê
wan biborîne û jiyîna malbata wan hinekê hesan bike. Xwedê jî ser vîna
tesellî û þênahî da wan. Rojekî lawikek ji Hewa yê ra bû û navê wî jî
Qabîl lê kirin. Adem û Hewa her roj sibê hettanî êvarê ji bona xwe û
zarokê xwe xwerinê digerîyan.
Salekî þuva
Hava lawikekê din hanî dinê û navê wî jî Habîl lê kirin. Hz. Adem û Hewa
ji bona herdû zarokên xwe pirr kêfxweþ bûn û tengîya xwe bîra xwe kirin.
Jiyîna wan niha gellekî hatî bû guhartinê. Wana bi dil û hêz kar dikir.
Herdû law mezin bûn û bûn du xortên jêhatî. Wana jî gerek bi xebata xwe ji
dê û bavê xwe ra alîkarî bikirana. Qabîl ji salan hinekî Habîl mezintir û,
lêbelê dîsa jî Habîl wî hinekî xurtir bû. Qabîl pirr þerkarû û nedikanîya
qar û xirabîyên xwe bindest bigire. Habîl jî mîrovekî dilpak û. Wî heywan
gellekî hez dikir; destê xwe wan ra dikir û tev wan lîstin pirr hez dikir.
Rojekî Hz.
Adem du karên cûda, da herdûyan. Qabîl gerek bibûna cotkar û zevî cot
bikirana, Habîl jî gerek karê xwe yî ku herî hez dikir bikirana û pez û
dewar biçêrandana. Pêþ roj derketinê herdû bira ji þikeftê derdiketin.
Yekê ji daran mêwên cûrbecûr top dikir, yê din jî pez diçêrand, þivantî
dikir. Hz. Adem jî diçû nêçîrê û avê. Êvar êvar Qabîl mêve, Habîl þîr, Hz.
Adem jî heywanên ku nêçîr kiri bû dahanî mal. Xwedê hê bêtir rizq û bext
dida wan.
Hz. Adem xwest
ku herdû zarokên xwe biceribîne ku hela herdû jî ji nîmetên Xwedê ra
giramîyê dikin yan na. Lewma herdû jî þandin ser çîyayekî û ferman da ku
bila tiþtekî nav malên xwe da ji bona heywanan ser tepikekê cîh bêlin.
Habîl ji bona
vî fermana bavê xwe gellekî dilxweþ bû, lêbelê Qabîl qahrîya û bi gazîn
got:“ Ez hettanî ku va hemû tiþtana dest xwe dixinim pirr hewl didim xwe.
Ez qey niha malên xwe ser çîyayekî bêkes dayînim, ji bona vana min tam
rojekî bi zehmet kar kir!“ Lêbelê wî dîsa jî nekanîya dijî bavê xwe
derbikevî.
Habîl dest da
çû nav pezên xwe da yê herî rind û qelew derxist; dûra jî ew þerjê kir. Hz.Adem
ji bona vî kirina lawê xwe gellekê dilgeþ û dilþahî bû.
Qabîl bi
mirûzekê tirþ mêwen û sebzên yên herî helisî û puç top kir. Dilê vî alîyê
karê vîyê nebaþ bû. Qet xweþîya wî nediçû ku fermana bavê xwe bîne cî.
Dûra herdû
bira jî çûn ser tepika çîyê û xwestin mêze bikin ku qurbana wan hatîye
qebûl kirinê ango na.Gava Habîl dîyarîya xwe nedî desta fam kir ku qurbana
wî hatîye qebûl kirinê. Lêbelê mêwên Qabîl yên helisî hîna mîna belê wer
cîyê xwe da bûn û qet destik lê neketî bû. Yanê xelatên wî netibûn qebûl
kirinê.
Habîl hema bi
dilgeþî Xwedê ra þukir kir. Ser vî bûyêra qahr û çavtengîya Qabîl ji bona
birê xwe hê zêdetir bû, wî mêze bavê xwe kir û got:“ Te Habîl ra dûa kir,
lewma Xwedê dîyarîya wî qebûl kir. Te ji bona min dûa nekir. Tu min hez
nakî. »
Hz. Adem aha
got:“ Kurê min, Xwedê qurbana Habîl qebûl kir, ji ber ku wî nav malên xwe
da yên hemû rind, bi dilekî paqîj da. Xwedê rindîyê hez dike. Te ji malên
xwe da bi dilekî hesûd yên hemû xirab top kir. Lewma Xwedê qurbana te
qebûl nekir.”
Dûra Habîl
vegerîya û çû mal. Dilê Qabil pirr teng bû. Bi hêrsekî mezin dû birê xwe
da baz da. Wî Habîl ji bona hemû tis-tan tawanbar dikir. Þeytan jî va
kêmasîya wî bikar anî û guhê Qabîl da got:”Çi te ra manî dibe ku tu birê
xwe nakujî ? Here û wî bikuje. Gava te xwe ji ber wî xilas kir, tu ji qara
dilê xwe jî xilas dibî. Wê demê tu tenê dimînî û tu kesek carekî din te
baþtir nabe.” Qabîl dû Habîl da baz da. Þeytan jî berdewam kir û got:” Wî
bikuje, Habîl bikuje!”
Qabîl hinekî
din zû çû û paþda pê birê xwe girt û got:” Bisekine! Ez gerek te bikujim!”
Habîl sar bû û
ma. Bi þaþî mêze kekê xwe kir û jê pirsîya:“ Tu qey dixwazî min bikujî?“
Bi qirçîna didanên xwe û bi lerzan Qabîl aha bersiv da:“ Bavê me, te min
pirtir hez dike. Ji bona wî Xwedê qurbana te qebûl kir.“
Habîl bi
dengekî nerm got:“ Tu min bikujî jî qet tiþtek ji te nayê guhartin. Ser da
tu bi vî avayî evîna bavê me jî wanda dikî. Xwedê vê sûcê te qet naborîne!“
Lêbelê Qabîl
bi qiseyên birê xwe sukut ne bû. Dilê wî tujî hesûdî bû, ew bi peroþîyek
mezin dilerzîya. Dîsa pê qiriqa Habîl girt û qêrîya ser:“ Gava ez te
nekujim, ez gerê qe çêyîyê ji jiyîna xwe nebînim. Tu vîna fam nakî? »
Habîl dîsa jê ra got : » Kekê min, tu bi kuþtina min qe çêyîyê nabînî. Tu
gerek vîna bizanî. Ez te xurttirim, lê dîsa jî gerek ez destê xwe ji dijî
te ranekim û te nekujim. Ez ji Rebbê Alemê ditirsim. »
Habîl hêdî
hêdî xwe ji dest kekê xwe da xelas kir û rîya xwe da çû. Qabîl hinekî xwe
fêdî kir, lêbelê dîsa jî înata wî pê girt: » Ez gerê te bikujim. » Bi vî
avayî herdû jî vergerîyan þikeftê. Qabîl wî þevê hettanî serê sibê
nekanîya birazê. Wî her dem dengê Þêytîn dibihîst:“ Hettanî ku tu birê xwe
nekujî, tu gerek qet çêyîyê nebînî.“ Dema sibe bû,Qabîl qerera xwe yî
dawîyê ji bona kuþtina birê xwe da bû.
Habîl mîna
timî dîsa bi fedakarîyek mezin ber pezên xwe bû. Qabîl çû cemê û gava
birayê xwe wer dilxweþ dît, hê bêtir qahrîya. Xwe xar kir, kevirekî mezin
girt û pê Habîl xist. Habîl hema þunê da mir. Bi vî avayî serê erdê cara
yêkemîn qetl hat kirinê û cara yêkemîn xwîna mîrovekî rijîya. Ser vîna
heþê Qabîl dîsa hat sêrî. Hîna wer þuna xwe da tevizîya bû . Careki-da pir
tirsîya û ji bona karê xwe yî tirsehêz pirr poþman bû. Qabîl dizanîya ku
wî tiþtekî pirr xirab kirîye. Wî gerek niha çi bikirana? Qabîl pirr
pozxwîn bû, pirr tirsîya û gellekî ber xwe ket. Aqlê wî nav hev da bû.
Sayke hemû xweza bi dengekî bilind û bi devê wî ew wuha tawanbar dikir. Ji
çar alîyan da aha diqêrîya:“ Tu mêrkuj î !“ Deng qe nedisekinîya, wî tim û
tim aha dibhîst :“ Mêrkuj, mêrkuj....!“
Dûra Qabîl
dest pê kir ku rabe ser xwe. Lêbelê qe hal wî da nema bû û cem birê xwe da
ket. Bi vî avayî hembêzê mirî ra çû û gîrîya:“ Aaaxx.. Habîl, Habîl, çi
dibe rabe!“ Lêbelê Habîl bi rastî jî mirîya bû, hemû jîyan ji cesedê wî da
derketî bû. Gerek wî çi bikirana? Gerek wî cesedê birayê xwe çi bikirana?
Wî pir raman kir, lêbelê qet çare nedî. Carkîda hat bîra wî ku birê xwe
bide ser milê xwe û wî bibe derekî dûr. Bi vî avayî cesed da ser milê xwe
û ket rê. Qabîl hettanî kuwestîya û bêhiþ bû rê ket çû. Dûra cesed danî
ser erdê û bi xwe jî cemê rûniþt. Qabîl him ji bona birê xwe digîrîya him
jî aha digot:“ Gerê min ew nekuþtana!”
Qabîl bê hêwî
û bi þaþî diçû û dahat. Wî hê nedizanîya çi bike. Carkîda wî qangekî reþ
kû, navbera nîkilê xwe da qangekî din î mirî hebû, dît. Qabîl ew çavdêrî
kir. Teyrê pê nigên xwe, hettanî ku çalikek çê kir, erdê his-k kola. Dûra
jî Qangê hevalê xwe yî mirî havit hundir wî çalê û paþîyê xalî havit ser.
Ser vîna Qabîl pir þaþ bû û got:“ Va ji bona min þermahîyek pirr mezine:
Qangek min pirtir tiþtan dizane.“
Zû wî jî dest
pê mezel kolandinê kir. Dûra jî birayê xwe yî mirî hanî kirî yê û pê
xalîyê ser veþsart. Wê gavê wî hinekî din rehet kir.
Wê demê Hz.
Adem jî zarokên xwe digerîya, ji ber ku ewna gerê zûva batana þikeftê.
Lêbelê hîna nehatin bûn û tav jî hema hema çû avan. Hz. Adem ji bona wana
pirr mereq dikir. Gava Qabîl bavê xwe dît bi tirs berê xwe vegerand.
Pêþîyê Hz. Adem radana lawê xwe yî mezin hu nekir. Dilê wî dest pê kir bi
xiroþ hê bêtir hiþkan lê xist. Wî þik bir ku Qabîl birayê xwe kuþtîye. Ser
rûyê erdê xwîna sor hebû. Hêsîrên çavan ser rûyê wî da dilop dilop hatin.
Hz. Adem hema bi dû lawê xwe ket, lêbelê negîþtîyê û dû qerîya:” Qabîl,
Qabîl, te li birayê xwe çi kir ?”
Dengê Hz. Adem
waqas bilind bû ku, sayke dunya alem dû Qabîl diqerîya. Ew bi bazdana xwe
yî herî hiþkan gîþt serê çîyayekî. Bavê wî hîna hîna jî dû diqêrîya:
“ Qabîl! Tu
gerek qe bi çêyî yê nejî! Te bi xwe ra jîyanek bi tirs çê kir. Nahlel te
here ey Qabîl. Qet rehetîyê nebînî û qe bîr meke ku tu ku da herî jî rûhê
min tim û tim dû te ye û te digerî!”
Dûayên û
nifirên Hz. Adem jîyîna Qabîl kirin mîna hundirê girtigehekî teng. Bi vî
avayî Qabîl hettanî ku mir serî berda digerîya. Wî hê nedikanîya mêze
devrîyê yêkî din bike.