Qur'an
pirtûka pîroz a
Îslamê ye.
Li gor dînê
Islamê çar kîtabên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê
erdê (nazil bûne). Her yekî ji wan bo pêxemberekî Xwedê bo rêsanedana wî
bo insanan hatiye rêkirin.
Qur‘anî Kerim,
gotinên Xwedê ye û ew di sala 610‘an, pistî Mîladê, bo Hz. Muhammed, gava
ku ew 40 salî bû, di seva leylet el-qadirê ji aliyê Xwedê ve hatiye
rêkirin. Qur‘an ji 104 sûretan (sûreyan), 6666 ayetan û 77.934 (77.437)
gotinan hatiye çêkirin.
Kitêbên pîroz
berê Qur'anê
Kitêba yekemîn
ku ji aliyê Xwedê ve hatiye erdê
Tewrat e. Xwedê ew bo
Hz. Musa (A.S.) rêkiriye. Lê ew 750 salan
pistî nazilbûna xwe hate komkirin. Hz. Davud (A.S.), texmînen, berî Mîladê,
qernê (sedsalê) VIII‘an de jiya ye. Xwedê
Zebûr ji bo xatirê wî rêkiriye. Bo Tewrat
û Zeburê, bi hevre"Ahd-î, Atîk" tê gotin. Berî Mîladê di sala 1200‘an de
dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yeke 1000 salan dewam kiriye.
Încîl
jî (di Ahdî Ceddîd de) ku bo Îsa Pêxember hatiye rêkirin, jî di cih de ne
hatiye nivîsandin. Pistî Mîladê sala 110‘an de dest bi nivîsandina wê
hatiye kirin. Qur‘an di sala 610‘an, pistî Mîladê, bo Hz. Muhammed hatiye
xwarê. Û ew di çaxeke kurt de hatiye nivîsandin. Ji van her çar kitêbên
Xwedê re "Kîtabên Îlahî)" (Kîtabên Xwedayî, tê gotin. Li gor gelek dîtinên
cihê, cihê, ji van ew her sê "kîtabên îlahî, ango Tewrat, Zebûr û Incîl,
di pêvajoya dîrokê re naveroka wan hatine guhetin, ew ji rastiya xwe
hatine dûrêxistin. Lê, li gor musilmanan, ev yeke bo Qur‘anê ne welêye, ew
ya heqîqiye.
Çêbûna Qur'an
Li gorî dînê
Islamê, kitêba Qur‘anA Kerîm ji gotinên Xwedê hatiye çêkirin. Ew kitêba
dawiyê ye ku ji aliyê Xwedê ve û ji bo pêxemberê yê dawiyê, Hz. Muhammed,
gava ku ew 40 salî bû, di sala 610, di seva "Leylet-el Qadir" de, bi rêya
wehiya Xwedê, bi rêya melekê Xwedê, Cebraîl ve hatiye rêkirin. Qur‘an-a
Kerîm, hino-hino, ayet bi ayet, dihate rêkirin. Ji xwe jî, Xwedê, bo vê
yekê jî weha dibêjê: "(Me) Quran-a Kerîm bo insanan, çax bi çax, da ku
bixwînin û têbigihin,lê, li hino-hino belavkiriye û rêkiriye (el-Îsra:
160)". Rêkirna Quranê, bi vî awayî ew bo parastin û jiberkirina wê
hesanîtri kir .
Gava ew nazil
dibû (dihate erdê), Hz.Muhammed jî di cih de ew bi alikariya katibên wehyê,
yê eshaban, di huzura wan de li ser çerman, li ser kevirên sehîk û li ser
melzemeyên din dida nivîsandin û nûsxeyek jî li mala wî dima. Li aliyên
din jî, gava her ayetek wehî dibû, ango dihata xwarê, ew di cih de, ji
xeynî nivîsandinê, ew ji aliyê hafizqur‘anan (Qur‘anjiberan) ve dihate
jiberkirin jî. Ev yeke li gor rêsana Hz. Muhemmed (S.A.W), cih û tertîba
wê ayetê û ku gava Cebraîl ew gihandî Resulê Xwedê, welê dihate pêkanîn.
Hersal di meha
Remezanê de, Hz. Muhammed 10 rojan dikete îtîkafê, ango dirûnist û bes
îbadet dikir, Qur‘ana ku ji Cebraîl (R.A) re dixwend. Cebraîl jî Qur‘an ji
wî re dixwend û bi vî awayî wan xwendina hevdû didan li ber hev; bi
awayekî din, wan ew "kontrol" dikirin. Qîza Hz.Muhammed, Hz.Fatîma, dibêjê
ku bavê wê carekê bo vê yekê weha gote wê: "Qîza min, her sal Cebraîl
carekê Qur‘an dida ber ya min, lê îsal wî ev yeke ducar kir. (Ji vê jî)
bêguman, texmîn dikim ku ecelê min nîzik bûye" (Buharî,Tecrîd-î Sarih,
Tercume, Cilt II, Hadis 1767). Ebu Hureyre(R.A) jî: "Resullullah (S.A.W)
her sal cerekê; sala wefat kirî du caran Qur‘an da ber ya Cebraîl û 10
rojan, sala wefat kirî 20 rojan kete îktîfayê" (Buharî, Fedaîlû Quran, bab:
8 (Kane Cebrîl ya‘rîdu‘l Qur‘an) . Pistî wefata Pêxember, di çaxê Hz.Ebubekir
de, di serrê kesên ji dîn vegerayî de, Yemamê (633) 70 hafizqur‘an sehîd
bûn. Ev yeka he Hz.Omer tirsand. Wî mûracatî Hz.Ebubekir kir û wî jî kare
bo nivîsandina Quranê da Zeyd Sabît, katibê ku Hz.Muhammed jê hez dikir.
Hemû meteriyalên li ser Qur‘anê dane Zeyd û wî jî ew û yên hafizqur‘anan
da ber hev. Pistre, her sure, ayet, ku bi wehî hatibûn xuyakirin, li gor
hatina wan hatin rêzkirin û bi lehçeya Qureysiyan hate nivîsandin. Navê wê
"MUSHAF" hate danîn.
Pistî wefata
Ebubekir, ew teslîmî Hz. Omer hate kirin û di taliyê de, gava Hz.Osman bû
Xelîfe, wî komîteyek di bin serokatiya katip Zeyd bin Sabît de avakir û ew
surê, ne li gor hatinan wan, lê li gor girêdanên wan bi hev re, tertîp kir
û 7-8 nûsxe nivîsandin û li wilayetan hatin belav kirin.
Qur‘an li gor
van bingehînan hatiye rêzkirin:
Sûre:
Maneya Þeref, rutbeya mezin yan jî bingeha xanî didê. Li gor ilmê tefsîrê
Qur‘ an ji qismên sûreyan tê pêkanîn. Sûre jî, ji ayetan tê pêkanîn. 104
sûre ango qisim yên Quranê hene.
Ayet:
Maneya , elamet, îsaret, îbret, delîl
, mucîze didê. Li gor ilmê tefsîrê, ayet maneya, yan jî hukmekî îfade
dikê.
Hijmara ayetan,
li gor Zemahserî 6666. Ji wan hezar ayet Imre, hezar Nehye, hezar Wa‘de,
hezar Wa‘îde(tehdîde), hezar dengûbas û qise, hezarek jî ibret; 500 Ehkam(helal
û heram), 100 tesbih û dua û 66 jî di warê nesîhetê de ne.
Gotinên Quranê
li gor Medîneyiyan, 77.934, li gor Mekeyiyan 77.437